Parêzer Bek: Tehdeyê li girtiyên Tarsûsê dikin

Parêzer Tugay Bek got li Girtîgeha Tarsûsê tehdeyê li girtiyan dikin, wan tazî dikin û ser wan seh dikin û dozgerî jî çavê xwe ji vê re digire.

Serokê Komîsyona  Şopandina Girtîgehan ê Baroya Edeneyê Parêzer Tugay Bek, bal kişand ser binpêkirinên mafan ê li Girtîgeha Kampusa Tarsûsê û got: "Rayedarên girtîgehê polîtîkayên rageşiyê birêve dibin. Ji bo ku binpêkirinên mafan bi dawî bibin, divê rayedarên girtîgehê dest ji polîtîkayên rageşiyê berdin."

Girtîgeha Kampusa Tarsûsê ku li herêma Çûkûrovayê girtîgeha herî mezin e, li ser qadeke 152 hezar û 357 metreqerê hatiye avakirin. Di vê kampusê de girtîgehek servekerî, 3 girtîgehên Tîpên T, girtîgeheke jinan û girtîgeheke zarokan hene. Di kampusê de 5 hezar girtî û hikûmxar hene.  Ji roja ku kampus vebûyî,  bi binpêkirinên mafan, îşkence û pêkanînên dij mirovahî di rojevekê deye û pêkanîn bê navber berdewam dikin.

Duh şandeyek ji Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan, parlamenterên HDP’ê yên Edeneyê  Tulay Hatîmoglullarî û Kemal Pekoz, endamê Meclîsa DBP’ê Erol Demîrhan, rêveberên ÎHD’ê yên Mêrsîn û Tarsûsê, rêvberên DBP’ê yên Mêrsînê, rêveberên HDP’ê yên Mêrsîn û Tarsûsê pêk hat, derbarê binpêkirinên mafan de çûn girtîgehê û bi rayedarên girtîgehê re hevdîtin kirin.

‘ÎNKAR DIKIN’

Serokwekîla Koma  HDP’ê Fatma Kurtulan, piştî hevdîtinê li ber girtîgehê daxuyanî dabû çapemeniyê û gotibû; “Di girtîgehê de binpêkirinên mafan ên cîdî hene. Hejmara li ser piyan û lêgerîna tazî ferzî girtiyan dikin û girtiyan derp dikin. Girtîyên tên derpkirin, nabin nexweşxanê, yan jî dema dibin nexweşxanê bijîşk rapor nadin. Derbarê van binpêkirinan de me hevdîtin bi rayedarên girtîgehê re kir. Lê rayedarên girtîgehê di hûndirê çavên me mêze kirin û binpêkirin înkar kirin.”

QET JI ROJEVÊ DERNAKEVE

Serokê Komîsyona  Şopandina Girtîgehan ê Baroya Edeneyê Parêzer Tugay Bek, diyar kir ku Girtîgeha Kampusa Tarsûsê ji roja hatî vekirin  ve ji rojêve dernakeve û wiha axivî: “Hejmara li ser piyan û lêgerîna tazî ferzî girtiyan dikin. Girtiyên van pêkanîna qebûl nakin rastî îşkece û lêdanên gardiyenan tên. Bi cezayên dîsîplînê zextan li girtiyan dikin. Derbarê van pêkanînan de me serî li Serdozgeriya Komarê ya Tarsûsê da. Lêpirsîn di refikan de dirizin. Wisan bûye, dozger jî çavên xwe ji van binpêkirin û bêhiqûqiyan re digire.” 

GIRTIYAN DIXIN HUCREYÊ

Bek, danîn ku gardiyan bi awayekê keyfî tim li qewîşan lêgerînan pêk tînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rageşiyên di girtîgehê de pir cîdîne. Rayedarên girtîgehê van polîtîkayên rageşiyê berdewam dike. Ev jî dibe sedema binpêkirinên mafan. Divê rayedarên girtîgehê dawî li van rageşiyan bîne.”