Parêzer Şûheda Ronahî Çîftçî hat girtin

Parêzer Şûheda Ronahî Çîftçî ya ku sewqî dadgehê hat kirin, ji ber xebatên xwe yên pîşeyî, di komeleyên ku endamtiya wê de parêzvaniya mafan dike û ji ber lêpirsîna binpêkirina mafên mirovan sewqî dadgehê hat kirin, pişt re jî hat girtin.

Rêvebera Şaxa ÎHD'ê û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya Antalyayê Parêzer Şûheda Ronahî Çîftçî ku di çarçoveya lêpirsîna ku di 20'ê Sibatê de li navçeya Manavgat a Antalyayê di serdegirtina malan de hatibû binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê bi îdiaya "endamtiya rêxistina teröre ye" hat binçavkirin.

Çîftçî ku îro sewqî 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Antalyayê hat kirin, bi hinceta "Endamtiya rêxistina terorê" hat girtin.  Çalakî û bûyerên ku beşdar bûye û lêkolînên wê yên li ser binpêkirina mafên mirovan weke sûc hatin dîtin.

Piştî biryara girtinê hevalên Çîftçî li ber Dadgeha Antalyayê daxuyaniya çapemeniyê dan. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Antalyayê Denîz Yildirim di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku Çîftçî ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatiye girtin û diyar kir ku lêpirsîn bi temamî bi armanca krîmînalîzekirina xebatên wê yên pîşeyî û xebatên mafên mirovan e. Yildirim diyar kir ku tişta qewimî ne hiqûqî ye û got ku ew ê dozê bişopînin û xwest ku demildest bê berdan. Hevalên din ên Cîftçî bertek nîşanî biryara girtinê dan û diyar kirin ku ew ê serî netewînin.