Parêzer Çakas: Girtîgeh, destgîrkirin û girtin wê vîrûsê belav bikin

Rêveberê Navenda Giştî ya OHD'ê parêzer Yûsûf Çakas got, "Divê girtî û  hikumxwar bên berdan. Destgîrkirin û girtinên nû jî wê bike ku vîrûs belav bibe."

Şewba vîrûsa koronayê ku bû sedem bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin, roj bi roj belav dibe. Meha dawî li Kurdistanê û Tirkiyeyê jî nexweşên ji ber vîrûsê hatin dîtin û gelek kesî jiyana xwe ji dest dan. Hejmara qurbaniyan zêde dibe. Girtî kesên sereke ne ku di nava rîskê de ne. Piştî ku hate ragihandin li Kurdistan û Tirkiyeyê nexweşên ji ber vîrûsa koronayê hatine dîtin, rêxistinên hiqûqê ji bo girtî bên berdan ketin nava hewldanan. Rêxistinên hiqûqê diyar kirin ku li gorî agahiyên li ber destê wan, eger vîrûs li girtîgehan belav bibe wê elek girtî jiyana xwe ji dest bidin. Rêveberê Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Yûsûf Çakas li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

'LI GIRTÎGEHAN PAQIJÎ NÎNE'

Parêzer Çakas bi bîr xist ku hejmarên têkildarî şewbê hatin eşkerekirin hejmarên beriya çend hefteyan e û diyar kir ku hejmarên îro wê piştî çend hefteyan bên eşkerekirin. Parêzer Çakas ragihand, di nava civakê de tirs û fikareke mezin heye û bi taybetî malbatên girtiyan bi fikar in. Parêzer Çakas got, "Hejmara girtiyan ji xwe gelekî di ser kapasîteyê re ye. Li girtîgehan derfetên hîjyen û tenduristiyê nîne. Di demên asayî û ji rêzê de jî girtiyan sewqî nexweşxaneyan nakin, lewma di van şert û mercên heyî de girtî û malbatên wan bi fikar in. Mînak; ji bo tedawiya diran normal 2-3 hefteyan girtiyan disekinîn. Ji ber şewba niha wê girtî neyê tedawîkirin."

'BÊŞERT DIVÊ BÊN BERDAN'

Parêzer Çakas ragihand ku weke parêzeran di vê demê de heta ji wan tê hewl didin kêm caran serdana muwekîlên xwe bikin û got, "Bi dezenfektekirina carekê û paqijkirina koxûşan ji bo carekê nepêkane ku pêşî li belavbûna vîrûsê bê girtin. Rewşeke îzolasyonê nîne. Em bi fikar in ku eger îzolasyonek bibe dibe ku piştî belavbûna vîrûsê, ev şewb mayinde bibe. Di vir de ya ku divê bê nîqaşkirin îzolasyon nîne. Divê girtî û  hikumxwar hemû bêyî 'lê belê' bên berdan. Bêguman tevdîrên kotnrola edlî yên cuda dikarin bên bikaranîn, lê belê beriya her tiştî mafê tenduristiyê û jiyanê ye. Divê em vî mafî di asta herî bilind de bînin ser ziman û bixin rojeva xwe. Em li derve hewl didin ewqasî tevdîran bigirin, lewma zehmet e ku mirov rewşa li girtîgehan texmîn bikin. Ji xwe dayina kolonya û malzemeyên mîna wê qedexe ye. Gelo di nava van şert û mercan de wê girtî çawa dezenfekte bibin? Her wiha girtiyên bi nexweşiyên şekir, tansiyon, kanserê, kolestrolê û nexweşiyên kronîk ên mîna wan heye. Ev girtî di kategoriya rîskê de ne û bêyî şertek bê diyarkirin divê tavilê bên berdan."

'DESTGÎRKIRIN Û GIRTIN WÊ ŞEWBÊ BELAV BIKE'

Parêzer Yûsûf Çakas bal kişand ser destgîrkirin û girtina mirovan di vê demê de û got, "Em berdana girtî û hikumxwaran nîqaş dikin, lê mirovên nû tên destgîrkirin û girtin. Ev yek rîskê zêde dike. Ji ber ku şewba nû roj bi roj belav dibe. Di rewşa heyî de sê zanyar jî dikarin hemfikir bibin, lewma hûn ê ji ku zanibin ku kesê hatiye girtin ne bi vîrûsê ye û bixin girtîgehê? Di nava van şert û mercan de ya divê bê kirin darizandina bi rengê negirtî ye. Ji îro û pê ve li şûna destgîrkirin û girtinê, divê ya esasî hewldanên li dijî krîzê û şewbê be."