Papa: Divê rêya diyaloga bi DAIŞ'ê re neyê girtin!
Papa: Divê rêya diyaloga bi DAIŞ'ê re neyê girtin!
Papa: Divê rêya diyaloga bi DAIŞ'ê re neyê girtin!
Lîderê rûhanî yê cîhana Katolîk Papa Francis xwest, di têkşîna li dijî DAIŞ'ê de rêya diyalogê neyê girtin. Papa diyar kir ku diyaloga bi DAIŞ'ê re niha zehmet e û got, "Ji bo hevdîtinan nabe ku hemû derî bi temamî bên girtin."
Papa Francis piştî serdana Parlamenta Ewropa û Konseya Ewropa ya li bajarê Fransa Strasbourgê di vegera Vatîkanê de daxuyanî da anî ziman ku terorîzm ji bo tevahiya cîhanê xeteriyeke mezin e û divê li hemberî wê têkoşîn bê meşandin. Papa bal kişand ser girîngiya vê têkoşînê bi konsensuseke navneteweyî û bêyî nav bilêv bike, dubare kir ku ew alîgirê mîsyona Neteweyên Yekbûyî ye.
Papa Francis anî ziman ku tevî ewçend komkujî û bi hezaran sûcên li dijî mirovahiyê jî hevdîtina bi DAIŞ'ê re pêkane û got, "Çi dibe bila bibe, ez alîgirim ku dest jê neyê berdan. Dibe ku di rastiyê de derfetê diyalogê nebe, lê tevî vê jî nabe ku ji bo hevdîtinê hemû derî bên girtin."
Papa li gel sûcên DAIŞ û rêxistinên mîna wê, li hemberî terora dewletê jî hişyarî da û got, "Gefa ji aliyê terorîstan ve hatiye afirandin, bi qasî terorîzma dewletên îdîa dikin li dijî terorîstan têdikoş in nebaş e. Encama wê dîsa şîdet e."
Papa xwest, bazirganiya mirovan û koledariya mirovan ku çeteyan rê li ber vekirine, ji nedîtî ve neyê dîtin.
Papa di serdana xwe ya li Strasbourgê de ji welatên Ewropayê xwestibû ku bi nirxên kevneşop re dilsoz bin û der heqê 'çanda pevçûnê' ya gefê li aştiyê dixwe, hişyarî dabû.