Panela Platfoma Yekitiya Hêzên Demokratîk li Berlînê pêk tê

Panela Platfoma Yekitiya Hêzên Demokratîk li Berlînê pêk tê

Li Almanyayê saziyên komên cuda yên etnîk hatin cem hev û Platforma Yekitiya Hêzên Demokratîk ava kiribûn. Panela Plaftformê vê car êli Berlînê pêk tê.  Panel li Weqfa Rosa Luksemburg saet di 14.00’an de dê pêk were.

Moderastoya panelê ji YEK-KOM’ê Îsmaîl Parmaksiz dê bike. Her wiha serokê Herêma Bakur Cengîz Orhan, nûnerên Agîfê Bakî Selçuk, nûnerê ATÎF’ê Suleyman Gurcan, nûnerê DÎDF’ê Huseyîn Avgan, nûnerê FEDA Alî Koyluce û serokê KOMKAR Şukru Guler dê wek axaftinker tevli bibin.

Ji bo panelê daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin ku êrîşên dewleta tirk a li dijî kurd, elewî û muxalefetê didome.

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Li girtîgehên Tirkiyeyê bi hezaran siyasetmevan, rewşenbîr, parêzer û xwendekar hene.  Hikûmeta Tirk  û AKP dibêje yên ne li alî min bikin girtîgehan.  Ji ber vê jî divê em hemû bibin yek û li dijî vê têbikoşin. Di demeke wisa de em Platforma Yekitiya Hêzên Demokratîk a Almanyayê dê we re bên cem hev û pirsgirêkan nîqaş bikin.”