Panela der barê 'komploya navneteweyî' û 'darbeya qeyûm'

Li bajarê Braûnschweîg ê Elmanyayê li ofîsa Dîe Lînke û DÎDF'ê panelek bi sernavê "Komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê û darbeya qeyûm" pêk hat.

Panel ji aliyê Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-A), Federasyona Civaka Kurdistaniyên li Bakurê Elmanyayê (FED-DEM) ve hate pêkanîn. Endama Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Nûpel Mûnzûr û Hevberdevkê HDK-A'yê Demîr Çelîk li panelê axivîn.

Mûnzûr bal kişand ser armanc ji komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan û got, "Xwestin ku vî gelî bê Rêber bihêl in û tine bikin. Bi vî rengî xwestin konsepta tinekirinê bidomînin."

Mûnzûr got, "Di carê me bi berxwedana gel û berxwedana gerîla komplo têk bir û xwe gihand vê serdemê" û destnîşan kir, hêzên komploger êrîşî îradeya azadiyê ya gelan, bi taybetî êrîşî jinan kirin.

Mûnzûr êrîşên li dijî şoreşa Rojava bi bîr xist û got, "Cudahî di navbera faşîzma Tirk û DAÎŞ'ê de nîne."

Mûnzûr bal kişand ser girîngiya têkoşîna û berxwedana gelan a li dijî vê yekê.

Hevberdevkê HDK-A'yê Demîr Çelîk jî bal kişand ser darbeya qeyûm û got, Divê em têkoşînê mezin bikin, rêxistinbûnê xurtir bikin. Eger em vê nekin, mîna ku dÎrokê nîşanî me daye, zalim wê ti carî mafên me, azadiya me nedin me."