"Pakêta Ewlekariya Hundirîn" û êrîşa li dijî HDP'yiyan hatin protestokirin

Li Mêrdîn, Colemêrg, Şirnex û Mersînê "Pakêta Ewlekariya Hundirîn" û êrîşa li Meclîsê ya li hemberî HDP'yiyan, hatin şermezarkirin.

Li Mêrdîn, Colemêrg, Şirnex û Mersînê 'Pakêta Ewlekariya Hundirîn' û êrîşa li Meclîsê ya li hemberî HDP'yiyan, hatin şermezarkirin. Hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan di axaftina xwe ya li çalakiya li Mêrdînê de got, "Eger endamên AKP'ê li Meclîsê êrîşên xwe yên li hemberî rêhevalên me dewam bikin, em ê nehêlin ew li meydanên Kurdistanê bigerin." Di çalakiyan de hat destnîşankirin, ku pakêt derbê li pêvajoya demokratîkbûnê dixe û hat gotin, ku divê tavilê were vekişandin.

MÊRDÎN

Di meşa bi pêşengiya rêxistinên DBP û HDP'ê yên Mêrdînê de li gel rêveberên partiyê, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Komeleya Ereban a Demokratîk, MEYA-DER, rêxistinên civakî yên sivîl, Hevşaredarê Artûklû Emîn Irmak û endamên meclîsa şaredariyê amade bûn. Di meşa ku pankarta bi nivîsa "Ne qanûna ewlekariya hundirîn e, qanûna kuştinê ya şerê taybet e. Em êrîşa faşîst a li hemberî wekîlên gel şermezar dikin" hat vekirin de dirûşmên "Zext nikarin serî li me bitewînin", "Bijî Serok Apo", "AKP xwe şaş neke, berê me nede çiyê" û "Kurdistan ê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin qîrîn. Meş li Parka Karayollari bi dawî bû û Hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan li vir daxuyaniyek da. Ocalan bal kişand ser êrîşa li hemberî HDP'yiyan a li Meclîsê û got, "Eger endamên AKP'ê li Meclîsê êrîşên xwe yên li hemberî rêhevalên me dewam bikin, em ê nehêlin ew li meydanên Kurdistanê bigerin. Di bin navê pakêta 'ewlekariyê' de dixwazin pakêta 'terorê' derxînin. Em hikûmeta AKP'ê qajqajokên wan hişyar dikin: Eger careke din li hemberî parlamenterên me yên HDP'yî êrîş were kirin, em ê nehêlin rêveberek û parlamenterekî AKP'ê bikeve Kurdistanê. Bila vê baş zanibin."

Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Mûsa Alkan jî da xuyakirin ku qanûn û pêkanînên antî demokratîk li herêmê veguherîne girêkek kor a şîdetê û destnîşan kir, ku bi polîtîkayên 'ewlekariyê' re çareserî nayê.

Li ser navê girseya gel Hevşaredara Artûklû ya DBP'yî Elîf Demîr daxuyanî da çapemeniyê û 'Pakêta Ewlekariya Hundirîn' a hewl tê dayîn ji aliyê Meclîsê ve were derxistin, weke 'pakêta şer' bi nav kir. Demîr got, "Nûnerên feraseta duh li Mersînê Ozgecan Aslan qetil kirin, îro li Meclîsê êrîşî wekîlên jin ên HDP'yî kirin. Em vê êrîşê û ferasetê şermezar dikin. Em bang li tevahiya gelê xwe, rêxistinên civakî yên sivîl û sendîkayan dikin ku li hemberî van bûyeran helwestê nîşan bidin. Em bang li gelê xwe û rêxistinên civakî yên sivîl dikin ku li hemberî pakêta qaşo ewlekariya hundirîn, berxwedana bi rûmet nîşan bidin."

COLEMÊRG

Li Colemêrgê bi qasî 40 rêxistinên civakî yên sivîl, 'Pakêta Ewlekariyê ya Hundirîn' û êrîşa li hemberî wekîlên HDP'yî şermezar kirin. Di çalakiyê de li gel nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, rêveberên HDP û DBP'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi dehan kes amade bûn. Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Navendî Îsmaîl Sihat Kaya da xuyakirin ku êrîşên li hemberî peymanên mafên mirovan û hemû mafên bingehîn ên di destûra bingehîn de hatine destnîşankirin dewam dikin û diyar kir ku bi pakêta mijara gotinê re rejîm wê bi temamî bibe 'dewleta polîs'. Kaya got, "Ti eleqeya pakêtê bi ewlekariya hundirîn re, bi azadiyan re nîne. Li gorî wan navê vê pakêta azadiyê e. Yên ev amade kirin yan nexwendine yan jî dibêjin qey ew ê bi vê dokûmanê re gel bixapînin. Navê vê pakêtê ne 'Pakêta Ewlekariya Hundirîn' e, navê wê pakêta dewleta polîs e." Kaya ragihand ku ev pakêt li pêşiya pêvajoya çareseriyê astengiya herî mezin e û êrîşa li Meclîsê ya li hemberî HDP'yiyan şermezar kir.

ŞIRNEX

Bi pêşengiya Baroya Şirnexê û Şaxê ÎHD'ê yê Şirnexê, rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr daxuyaniyek dan çapemeniyê û 'Pakêta Ewlekariya Hundirîn' protesto kirin. Di daxuyaniya li Meydana Azadî de pankart û dowîzên bi nivîsa "Hiqûq tine, kolan heye", "Em hiqûqê ji we hîn nabin", "Ne dewleta polîs, em dewleta hiqûqê, ne rewşa awarte, em rewşa asayî dixwazin" hatin vekirin. Alîkarê Serokê Baroya Şirnexê Îdrîs Taniş daxuyanî da û diyar kir ku bi pakêtê re wê ji hêzên ewlekariyê yên dewletê re erkên berfireh werin dayîn. Taniş ragihand ku pêkanînên kêfî wê zêde bibin û azadî mafên bingehîn werin astengkirin."

MERSÎN

Rêxistina HDP'ê ya Mersînê jî, li Parka Zarokan a Azad daxuyaniyek da çapemeniyê û "Pakêta Ewlekariya Hundirîn" û êrîşa li hemberî HDP'yiyan şermezar kir. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Xwîna destpêkê li Meclîsê rijiya, em ê destûrê nedin qanûnên ji serdema navîn mayî" hat hilgirtin û dirûşma "Destê dirêjî wekîl dibe bila bişkê" hat qîrîn. Hevserokê HDP'ê yê Mersînê Selman Gunbat da xuyakirin ku pakêt wê derbê li pêvajoya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bixe û xwest tavilê ji rojevê bê derxistin.