Koordînasyona Partiya Azadiya Jin a Kurdistanê (PAJK) derbarê komkujiya li Parîsê daxuyaniyek da û diyar kir ku heya eşkerekirina qetilkirina sê şoreşgerên Kurd, ewê hikûmeta Fransa berpirsyar bibînin. PAJKê gelê Kurd û dostên wan ku ev 10 roj e ser piyan in jî silav kir.
PAJK dest nîşan kir ku li çar parçayên Kurdistanê gelê Kurd ev 10 roj e, şev û roj li qadan e û helwesta xwe li dijî vê komkujiya hovane nîşan de ye. PAJKê bal kişand ser merasimên cenazeyan û vê peyamê da:
Rêhevalên me Sakine, Fidan û Leyla li ser milê bi milyonan kesî, bi rihê serhildanê hatin pêşwazî kirin. Şoreşgerên Tirkeye, Ewropî, Efrikî û Latin Emerikî jî xwedî li wan derketin, ev yek ji bo me wateyekî mezin e. Di van serhildanan de peyama yekîtiya netewî û xwedî li derketina nirxên azadî û îsrarkirina di azadiyê de derket pêş. Em bejna xwe li ber van şehîdan ditewînin û soza didin ku heya dawiyê emê xwedî li sekna wan a azad, derkevin.
Parîs heye qetilkirina rêhevalên me Sakine, Fidan û Leyla gelek caran bûye warê operesyonên navnetewî û navenda komkujiyan. Olimpia de Gouges li vir birin ber giyotinê, rêbara Kongreye Netewî ya Efrikî Dulcie September, milîtanên Tamîlî û IRAyê li vir hatin kuştin. Parîs, li gel barikatên azadiyê xwediyê dîrokeke tarî ya bi vî rengî ye jî. Heya ev komkujî neyê eşkere kirin, Parîs jî berpirsyarê vê yekê ye.
Di serî de Amed, Dêrsim, Elbîstan û Mersînê jin û dayikên Kurd bi aweyekî bi heybet xwedî milîtanên Tevgera Azadiya Jinê derketin û di şexsê wan de peymana jin û jiyana azad a bi Rojê re nû kirin. Em carekî dî diyar dikin ku emê di pey şopa van rêhevalan de bimeşin.