PAJK’ê damezrandina PKK’ê pîroz kir
PAJK’ê damezrandina PKK’ê pîroz kir
PAJK’ê damezrandina PKK’ê pîroz kir
Koordînasyona PAJK’ê der barê 36’emîn salvegera PKK’ê de daxuyaniyek da û got: “Çîroka rêwîtiya komeke bi bîr û bawerî, îro bi mîlyonan kesî re bi meşa azadiyê ya ku can dîtiye de berdewam dike. Ev koma ku derket holê ku navê, tiştên ku di dîrokê de winda bibûn derxist holê, cesareta qîrkirina azadiyê, rastiya ku di tarîtiyê de maye ronî kir, ruhê li goran zindî kir, li cihên ku hêvî qediyabûn bi pratîkên xwe hêvî afirandiye."
Koordînasyona PAJK’ê daxuyaniyek nivîskî da û 36’emîn salvegera PKK’ê pîroz kir.
Koordînasyona PAJK’ê da zanîn ku gelê Kurd û ciwanên Kurdistanê ku di nava hebûn û tinebûnê de, rastî qirkirina înkar û îmhayê hatin, bi PKK’ê re hebûneke bi heybet qezenc kirin û îro jî ji gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiya cîhanê re pêşengiya têkoşîna demokrasî û azadiyê dikin. PAJK’ê wiha berdewam kir: “PKK di teşebûna demokratîk a Rojhilata Navîn de hêza pêşeng e. Em 36’emîn salvgera partiya xwe PKK’ê de ku nasnameya mirovên azad, gelê azad û jina azad temsîl dike, di serî de li Rêber Apo, hemû rêhevalên ku bi Rêbertî re meşiyane, gelê xwe yê welatparêz û ciwan û jinên bi PKK’ê re zindî bûn, li hemû mirovahiya demokratîk û hêzên şoreş pîroz dikin. Em hemû şehîdên xwe yên ku xeta qehremantiya PKK’ê û berxwedaneke destanî afirandine bi rêz bibîr tînin. Em soza xwe ya ku her tim şopdarê wan bin dubare dikin."
Koordînasyona PAJK’ê zanîn ku çîroka derketina rê ya komeke bi biryar û bawerî îro bi meşa azadiyê ya bi hezaran kesî re zindî bûye didome û wiha hate gotin: “Ev koma ku derket holê ku navê, tiştên ku di dîrokê de winda bibûn derxist holê, cesareta qîrkirina azadiyê, rastiya ku di tarîtiyê de maye ronî kir, ruhê li goran zindî kir, li cihên ku hêvî qedyabû bi pratîkên xwe hêvî afirandiye.”
PKK WEK NASNANMAYE KURDÊ AZAD BI TEŞE BÛ
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “PKK ji bo gelê Kurd ku ji hemû hebûna xwe şerm dikir, ji xwe hatibû xerîbkirin, tevgera li xweserbûna xwe vegerê ye. Ji ber vê yekê PKK wek nasnameya azad a Kurd bi teşe bû û heqîqeta civak, jin û gelê Kurd e. Îro ev rastî hatiye afirandin.Gelê Kurd ê pêşeroja wê ne diyar bû, jinên Kurd ku nikarî xeyala azadiyê bikira îro bi têkoşîna azadiyê, li Rojhilata navîn ji pirsgirêkan re bûye hêvî û ji bo çareseriya alternatîf bûye îrade û modelê diafirîne. PKK tevî hemû zor û zehmetî, zalim û komplogeran li dijî êrîşên hundir û derve li ser piyan maye."
PAJK’ê da zanîn ku PKK’ê ku 36 salê li pey xwe hişt di van salên xwe yên têkoşînê yên zehmet meşandiye de dîroka azadiyê afirandiye û wiha berdewam kir: “Li van salan geşedanên dîrokî yên girîng bi cih kir. Nirx afirand. PKK ku tevgereke Rêbertiyê ye, di nava şoreşê de şoreş afirand. Li dijî qirkirina çandî, şoreşa çandî, li cihên ku exlaq ket bin lingan, bi pîvanên jiyana exlaqî xwedî li van nirxan derket, li cihên ku zîhniyet parçe parçe bû şoreşa zîhniyetê, li cihê ku wijdan têk çû wek dengê wijndanê bû şoreşa wijdanê. Li dijî hemû dij-demokratîkbûn, faşîzan, rejîma zextxwar, zayendperest, neteweperestiyê şoreşa demokratîk e. Li dijî rizandina civakî, şoreşa civakî û hînkera jiyana nû ye. Yanî jiyana ku ji mirinê xerabtir e tarûmar kir û felsefeya jiyana azad civakî kiriye. Yanî mirî zindî kiriye.
HÎMÊ TÊKOŞÎNA AZADIYA ŞOREŞA JINÊ AVÊT
Koordînasyona PAJK’ê ê da zanîn ku hewldan û lêgerîna azadiya jinê ya PKK’ê, yekem cihê ku rabûna ser piyan temsîl dike û qadeke azadiyê ya di nava demê de wate qezenc kiriye. PAJK’ê wiha berdewam kir: “Jinê artêş, partî û herî dawî jî pergala konfederal ava kir û niha di rewşa ku modela xwe ya tevlibûna civakeke wekhev-azad afirandiye. Jin bi peyaman civakî re têkoşîna herî bi heybet û bi bandor a civakê diguherîne dide. Tevgera Azadiya Kurd ku bi yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz destpê kiriye, bi Besêyan, Azîmeyan, Zîlanan, Semayan û Arîn Mîrxanan şênber bûye. PKK ku hîmê têkoşîna azadiya şoreşa jinê avêt, ji hemû partiyên çep-sosyalîst klasîk xwe dûr xist û hewldana xwe ya xweser daniye holê û xetek serbixwe meşandiye. Ji ber vê sedemê ye ku, berê hemû jin û mêrên ciwan li PAJK û PKK’ê ye. PKK ya ku di rastiyê de partiyek jinê ye, herî zêde di aliyê jinê de ji nû ve vejîn e. Ev bi giştî bi hewldanên Rêber Apo û têkoşîna wî pêk hatiye.
PARTIYA ŞEHÎDAN E
PKK ku bi Hakî Karer wek kedkarî, bi hevala Sara re wek şerê bê dawî, bi Kemal Pîr re coşa şoreşê, bi Egîd re serkeftin û nemîrî, bi Bêrîtan re hişmendiya parastina rewa, bi Zîlanê re ruhê fedayî, bi hevala Viyanê re agirê azadiyê, bi hevala Sema re jiyan azad, bi Arînê re girêdana azadiyê, teşe bûye û rêgezên jiyana mîlîtanî ya PKK’ê şênber bûye. Her wiha PKK partiyeke şehîdan e.
PKK îro li Kobanê navê serkeftinê li Şengalê navê hêviyê ye. Ewlehiya yekîtiya neteweyî ye. Tesîskirina jiyanek civakî ya wekhev-demokrat-azad tê armanckirin û hêza ku çareseriyê pêk bîne ye. Em careke din vê roja pîroz a ku cejna vejînê û jiyana nû ye pîroz dikin.”