PÎK’ê Cejna Remezanê pîroz kir

Serokê PÎK’ê Hikmet Serbilind bi boneya Cejna Remezanê peyamek weşand û Cejna Remezanê pîroz kir.

Serokê Giştî yê Partiya Îslamiya Kurdistanê (PÎK) Hikmet Serbilind bi boneya Cejna Remezanê peyamek weşand û got: “Em Cejna Remezana pîroz di serî de li gelê Kurd û hemû gelên alema Îslamê pîroz dikin.”

Di peyamê de wiha hate gotin:  

“Em hêvî dikin ev cejin bibe wesîleya aştî û aramiya hemû mirovahiyê. Remezan mehek e pîroz e. Xwedayê mezin di vê meha pîroz de ji bo aştî û aramiyê Qûrana pîroz şandiye li ser rûyê erdê.

Mixabin di vê meha pîroz de jî dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer Rojava û Başûrê Kurdistanê bombebaran kir û ev bombebaran hîna jî berdewam dike.

Dewlata Tirk a nijadperest û dewleta Îranê (rejîma mola) li her perçê Kurdistanê bi kîndarî êrîşî destkeftiyên gelê Kurd ê mezlûm dike.

Zaliman îsal jî nehişt meha pîroz Remezan bi ruhekî germ û aştî derbas bibe. Divê roja pîroz de hêviya me ji Xwedayê mezin ew e ku Kurdan ji zilma dagirkeran biparêze.

Hêvîdar im Cejna Remezanê bibe sedema edalet, wekhevî, aştî, biratî û aramiyê û bi van hestan Cejna Remezanê li we û alema Îslamê pîroz dikim.”