Ozsoy: Yekîtiya Ewropa pêkanînan li Tirkiyeyê ferz nake

Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Ozsoy diyar kir ku ew ne li bendê ne di Civîna Bilind a Yekîtiya Ewropayê de pêkanîn li Tirkiyeyê bê ferzkirin.

Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Hişyar Ozsoy ji ANF'ê re axivî. Ozsoy bi bîr xist ku ji dema avabûna komarê û vir ve di navbera Tirkiye û Yewnanistanê pirsgirêk hene û anî ziman, Tirkiye bi milîtarîzekirinê hewl dide pirsgirêkan çareser bike.

YA KU TANSIYONÊ BILIND DIKE TIRKIYE YE

Ozsoy bi bîr xist ku meseleya Qibrisê ya ku piştî salên 1960'î girîng bû, piştî sala 1974'an bêçareserî hate hiştin û got, "Di dema nêz de piştî ku li başûrê Qibrisê hîdrokarbon hate dîtin, tengazarî zêde bû. Van çavkaniyên enerjiyê yên nû pirsgirêkên berê, problemên berê ji nû ve derxiste ser rûyê erdê. Tirkiye bi taybetî dixwaze ji enerjiya li başûrê Qibrisê sûdê werbigire. Lê belê dike nake nikare li dora maseyê rûnê. Di wê mijarê de Misir, Îsraîl, Yewnanistan û Qibris bi Tirkiyeyê re ne li hev in. Ew bi rengekî hevkar tevdigerin. Tirkiye bi milîtarîzekirina rewşê, bi bilindkirina tansiyonê hewl dide bi zorê li dora maseyê rûnê."

DYE Û ELMANYA LI PÊŞIYA PÊKANÎNAN ASTENG IN

Ozsoy bal kişand ser Civîna Bilind a Lîderên Yekîtiya Ewropayê ku wê di 24-25'ê Îlonê de pêk were û destnîşan kir ku ev civîn wê bibe zemînek ku Tirkiye û Yewnanistanê heta radeyekê li hev bikin. Ozsoy ragihand, Yekîtiya Ewropa bêyî ku pêwîstiyê bi pêkanînan bibîne wê bixwaze meseleyê çareser bike û got, "Erdogan dengê xwe bilind dike, lê belê heyet jî hewl didin bi rengekî veşartî hevdîtinan bikin." Ozsoy got, "Îbrahîm Kalin bi hevdîtinên bi hempîşeyên xwe yên Yewnan re hewl dide rêyeke navberê bibîne. Bi kurtasî Yekîtiya Ewropa di civîna bilind de pêkanînan li Tirkiyeyê ferz nake. Ji ber ku bingeha danûstandinan a navbera Tirkiye û Yewnanistanê ji aliyê Elmanya û Emerîkayê ve hate danîn."

TIRKIYE TAKTÎKA BERÊ BI KAR TÎNE

Ozsoy diyar kir, desthilatdarî di asta ku pêkanîn lê bê ferzkirin, mîna ku danûstandinan dike atmosferekê diafirîne, vê taktîkê jî ji berê ve dike, lê belê ev mesele wê timî bêçareserî bimîne. Ozsoy got, "Meseleya rojhilatê Derya Spî ne meseleyeke ku bi hêsanî çareser bibe. Di bingeha xwe de meseleya Qibrisê ya 45 salan heye ku hîn nehatiye çareserkirin."