Ozgur Gundem wê bi manşeta ‘Em ê serî netewînin’ bê weşandin

Rojnameya Ozgur Gundemê li dijî zext û girtinê wê sibehê bi manşeta “Em ê serî netewînin” bê belavkirin.

Piştî biryara girtinê ya li ser Rojnameya Ozgur Gundem,  tevî serdegirtina polîsên Tirk a bi ser rojnameyê de û binçavkirina gelek xebatkarên wê jî, rojname hate amadekirin.

Rojname sibehê wek 4 rûpelan wê bi manşeta “Em ê serî netewînin” derkeve.

Rojnameyê di tevna civakî de tweeta mîna “Ji şehîdên me yên çapemeniyê re soza me heye, em ê bêdeng nebin” weşand û da xuyakirin ku wê sibehê wek 4 rûpel derkeve.