Ozgur Gundem bi manşeta 'Nivîsên min pira aştiyê bûn' derket

Di hejmara îro ya rojnameya Ozgur Gundemê de gotina 'Nivîsên min pira aştiyê bûn' a Endama Desteya Şêwirmendiya Weşanê Asli Erdogan, bû manşet.

Endama Desteya Şêwirmendiya Weşanê nivîskar Asli Erdogan, ku girtî ye, ev mesaj ji girtîgehê şandibû:

"Moralê min baş e. Ez zanim çima ez li vir im. Silavan li her kersî dikim. Nivîsên min ne tenê azadiya ramanê ne, di heman demê de bûn wijdanê 'tê darizandin'. Ya ku bi pêşhukman hatiye girtin 'wijdan' bi xwe ye. Wêje, ji bo mirov karibe vî wijdanî bafirînin, heye. Ev 18 sal in, bi rengekî hevgirtî ez li dijî şîdetê sekinîm û min nivîsên xwe yên li Ozgur Gundemê weke pirek aştiyê dît."

Di vê navberê de, 4 rûpelên îro yên rojnameya Ozgur Gundemê ji aliyê rojnameyên li çar parçeyên Kurdistanê, 2 rûpel ji aliyê rojnamevanên li Ewropa û Rûsyayê, 2 rûpel jî ji aliyê rojnameyên li Stenbolê ve hatin amadekirin.