Ozener: Divê tu kes nekeve avahiyên derz li wan ketine

Gerînendeyê Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê û Rasatxaneya Kandîllîyê Prof. Dr. Halûk Ozener got “Divê tu kes nekeve avahiyên derz li wan ketine.”

Gerînendeyê Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê û Rasatxaneya Kandîllîyê Prof. Dr. Halûk Ozener di civîna çapemeniyê de got ku “Navenda erdhejê Sîvrîce ye û erdhejeke gelekî tund e. Ev herêm di warê erdhejê de çalak e, dibe ku di salên pêş de jî dîsa erdhej çêbibe. Li gorî me vê erdhejê li qadeke 40 kîlometre daye. Dema mirov erdhejên li piştî wê jî dinihêre ev dibe 75 kîlometre. Dibe ku ev erdhejên piştî erdheja mezin bi qasî hefteyekê bidome. Ji pîleya 1 heta pîleya 5,6 erdhej dikare pêk were. Ya herî mezin ku me qeyd kiriye 4,8 e.”

Ozener diyar kir ku divê tu kes nekeve avahiyên derz li wan ketine û bal kişand ser vî tiştî ku wê pîleya erdhejan kêm bibe û bidome.