Ozdemîr veguhestin navenda lêpirsînê ya Îtîlaata Ûrmiyê

Welatiyê Bakurê Kurdistanê Hatem Ozdemîr dema li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ji ber êrîşeke ya Spayên Îranê birîndar dibe û li Girtîgeha Ûrmiyê hatibû ragirtin, veguhestin navenda lêpirsîn a Îtîlaata ya bajar.

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, Hatem Ozdemîr ku ji Bakurê Kurdistanê ye ku li ser sînor ji ber êrîşa hewanan a rejîma Îranê birîndar dibe û di dawiya meha Tebaxa îsal de veguhestibûn girtîgeha navendî ya Ûrmiyê ji bo dubare lêpirsîn lê were kirin rakirin navenda lêpirsîna ya bajar.

Beriya niha Hatem Ozdemîr nêzî du mehan di navenda lêpirsînê ya girêdayî Îtîlaata Sipahê hatibû lêpirsînkirin û di dawiya meha Tebaxê de jî veguhestibûn girtîgeha Ûrmiyê.

Bi hinceta şandina derveyî girtîgehê wî vexwendibûn rêveberiya girtîgehê û li vê derê radestê hêzên Îtîlaatê hatiye kirin. Ev radestkirine bi destûra dozgeriya ji bo lêpirsînkirineke dubare hatiye pêkanîn.

Hatem Ozdemîr 2 Tîrmeha îsal di dema şerekî ku li ser sînorê Çaldiranê di navbera gerîlayan û çeteyên girêdayî Sipahê dagirker yê ku xwe wekî Biriyargeha Hemze pênase dikin de, ji aliyê hêzên Sipahê ve hatibû destgîrkirin. Di dema şer de ji ber perçeya hewanê li Ozdemîr Ketibû û ser hişê xwe çûbû, piştî tê destgîrkirin demildest ji navenda lêpirsîna Îtîlaata Sipahê hatibû veguhestin.