Ozdemîr li nameyên Erdogan pirsî

Endama Meclîsa Federal a Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr nameyên bi imzeya Erdogan ku ji welatiyên Tirkiyê re şandî Elmanyayê bire rojeva Meclîsê.

Cansû Odemîr ku her wiha Hevseroka Koma Meclîsêya Eyaleta Hambûrgê ye, derbarê nameya  bi imzeya Serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan, ku ji hilbijêrên welatiyên Tirkiyê re, beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê şandî Elmanayê pirsnameyek da Meclîsê.

Ozdemîr di pirsnameyê de got li ser nameya ku ji Elmanyayê û her wiha Avûstûryayê re hatine şandin ti lêkolîn hatine kirine yan na.  Ozemîr di pirsnameyê de li bersiva van pirsan geriya:

-Rêveberiya Eyaletê hay jê heye ku  li Hambûrgê jî AKP’ê nameyên hilbijartinê şandiye?

-Li gorî nûçeyan AKP li Avûstûrayê jî ji xwendekaran re name şandiye, rewşeke wiha li dibistanên Hambûrgê jî bûye?

-Çend name şandin Hambûrgê?

- Li gorî çarçoweya kîjan yasayan agahiyên şexsî dane AKP’ê?

-Rêveberiya eyalete û meqamên têkildar çi qasî guh dane ‘’Qanûna Parastina Daneyên Şexsî’’?

-Haya rêveberiya eyalete jê heye bê ka agahî dîsa dikarin werin jêbirin yan na?