Ozan Alî Çagan: Divê Elewî dengê xwe bidin HDP'ê

Endamê Desteya Rêveber a Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê Ozan Çagan diyar kir ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê wê çarenûsa Tirkiyeyê diyar bike û bang li hemû Elewiyan kir ku dengê xwe bidin HDP'ê.

Çagan diyar kir, piştî ku Erdogan û AKP bûn desthilatdar, her tiştên dewletê firotin û deynê Tirkiyeyê ku 120 milyar dolar bû kirine 450-500 milyar dolar.

Ozan Alî Çagan destnîşan kir ku Tirkiye niha dikeve nava krîzeke mezin a aboriyê û anî ziman ku Erdogan bi hilbijartinê re dixwaze beriya rûdana krîzê emrê xwe yê desthilatdariyê dirêj bike.

EGER ERDOGAN BI SER BIKEVE WÊ DÎKTATORIYEKE MÎNA HÎTLER AVA BIBE

Çagan diyar kir, eger Erdogan bi ser bikeve êdî kes nikare li Tirkiyeyê qala demokrasiyê bike û got: "Wê dîktatoriyeke mîna ya Hîtler ava bibe. Ji xwe rewşa niha jî ne cuda ye."

Çagan bi bîr xist, bi fermana Erdogan destûr nehate dayin ku Serokê Rûmetê yê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê Tûrgût Oker ji HDP'ê bibe namzet û wiha dewam kir: "Niha jî hewl dide li pêşiya namzetiya Demîrtaş bibe asteng. Dibêje ku yê girtî nabe bibe namzet. Piştî vê fermanê dibe ku namzetiya Demîrtaş bê astengkirin. Ji Erdogan heye ku eger li pêşiya namzetiya Demîrtaş bibe asteng, wê hinek ji dengên li Kurdistanê ji Demîrtaş re biçe, bi dest bixe."

PÎLANÊN ERDOGAN WÊ BI SER NEKEVIN'

Çagan anî ziman, Erdogan dixwaze HDP'ê di binê bendê de bihêle û ji bo vê jî serî li her rê û rêbazê dide. Alî Ozan Çagan got, "Lê belê ev pîlanên Erdogan wê bi ser nekevin. HDP wê 15 ji sedî yê dengan bigire."

Çagan da xuyakirin ku li gorî hilbijartinên bihurî helwesta Elewiyan di vê hilbijartinê de zelaltir e.

Endamê Desteya Rêveber a Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê Ozan Çagan destnîşan kir ku Elewî baş zanin, eger CHP 40 ji sedî bigire jî, lê HDP di binê bendê de bimîne wê AKP piraniya wekîlan bi dest bixe û wiha dewam kir: "Haya Elewiyan ji wê yekê heye ku ji bo pêşî li tifaqa AKP-MHP'ê were girtin, divê HDP ji bendê derbas bibe. Yên ku heta niha ji bilî CHP'ê dengê xwe nedane ti partiyê, wê niha dengê xwe bidin HDP'ê."

Çagan, derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê weke gava destpêkê ya demokrasiya Tirkiyeyê bi nav kir û got, divê Elewî hemû biçin cihên dengdanê û dengê xwe bidin HDP'ê.