Osman Kavala ji nû ve hate girtin

Karsaz Osman Kavala ku di doza Gezî de biryara beraetê ji bo wî hatibû dayin, doh careke din ji aliyê dadgehê ve hate girtin.

Osman Kavala ji doza Gezî beraet kir, lê belê vê carê ji ber lêpirsîneke têkildarî 'hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê' hate destgîrkirin.

Kavala radestî Dadgeha ceza ya Sûlhê ya Nobedar a li Stenbolê hate kirin û di nivîsa sewqkirinê de hin sûcdarî ji bo wî hatin kirin.

Hate îdîakirin ku Kavala xwestiye 'bi tundiyê sîstema destûra bingehîn a dewleta Komara Tirkiyeyê biguherîne" û daxwaza girtina wî hate kirin.

Serokê Desteya Rêveber a Komeleya Çandê ya Anatoliyê û Karsaz Osman Kavala di doza berxwedana Gezî de 18'ê Sibatê beraet kiribû. Kaval 28 mehan girtî mabû. Dihate payin ku bê berdan, lê belê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê êvara heman rojê biryara destgîrkirina wî da.

Her wiha Daîreya Destpêkê ya Desteya Dadger û Dozgeran jî têkildarî Serokê Dadgehê yê ku biryara beraetê têkildarî Doza Gezî de da Mehmet Perk û endamên dadgehê Ahmet Tarik Çîftçîoglû û Talîp Ergen destûra lêkolîn û lêpirsînê da.

Di çarçoveya biryarê de wê bê lêkolîn ku di biryara beraetê de "kêmasî" heye yan na. Piştî rapora mufetîş wê têkildarî heyeta dadgehê biryar bê dayin.