OSCE: Bila deng ji nû ve bên jimartin
Dîrektorê Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) Mîchael Georg Lînk got, "Ji nû ve jimartina dengan wê baweriya bi pêvajoya hilbijartinê ku qels bûye, zêde bike."
Dîrektorê Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) Mîchael Georg Lînk got, "Ji nû ve jimartina dengan wê baweriya bi pêvajoya hilbijartinê ku qels bûye, zêde bike."
Dîrektorê Ofîsa Mafên Mirovan û Saziyên Demokratîk a Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê Mîchael Georg Lînk ji rojnameya Heîlbronner Stîmme re axivî û got, "Ji nû ve jimartina dengan wê baweriya bi pêvajoya hilbijartinê ku qels bûye, zêde bike."
Der barê daxuyaniyên hikumeta AKP'ê de ku dibêje 'ew ê rapora OSCE jinedîtî ve werin' Lînk diyar kir, ku ew ji ber van daxuyaniyan xemgîn e û destnîşan kir, eger Serokkomar Tayyîp Erdogan xwe nede ber hevkariyê, wê rewşa polîtîk a li Tirkiyeyê xerabtir bibe.
Lînk got, "Raporên me ne tenê ji aliyê OSCE ve tê nirxandin. Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî jî raporên me dinirxînin û ji xwe re dikin referans." Lînk destnîşan kir, eger Tirkiye di mijara pêşniyarên çavdêrên wan de bi OSCE re hevkariyê neke, wê dewlet û saziyên cuda vê yekê rexne bikin û ev ê encameke siyasî bi xwe re bîne.