Orhan Abay li Maînzê hate bibîranîn
Li Navenda Civaka Kurd a bajarê Maînz ê Elmanyayê, ji bo Orhan Abay ê YPS’î ku li navçeya Hezex a Şirnexê jiyana xwe ji dest da, aktîvîteya bîranînê hat lidarxistin.
Li Navenda Civaka Kurd a bajarê Maînz ê Elmanyayê, ji bo Orhan Abay ê YPS’î ku li navçeya Hezex a Şirnexê jiyana xwe ji dest da, aktîvîteya bîranînê hat lidarxistin.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî tevlî bîranînê bû. Sariyildiz banga tevlîbûna ‘Kampanyaya Malbata Xwişk û Bira’ kir. Apê Orhan Abay Mûhyedîn Abaj jî ji bo beşdarbûyinê spasiya beşdarvanan kir. Şîna ku Şemiyê hat danîn, îro bi merasîmekê bi dawî bû.
Axaftina vekirin Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk Umît Çelîk kir. Çelîk bal kişand ser qetlîamên li Kurdistanê, wek meclîsên Russehsheîm, Maînz û Wîzbadenê got: “Heta dawiyê em li cem gelê xwe ne.” Li ser navê NAV-DEM’ê jî Bahattîn Dogan axivî, bal kişand ser qetlîamên li Kurdistanê, diyar kir ku pêwîst e her kes tevlî ‘Kampanyaya Malbata Xwişk û Bira’ bibin. Piştre li ser navê TJK-E Yildiz Akbaşê jî dilsoziya bi şervanên ku ji bo gelê xwe canê xwe feda dikin da.
BI ‘KAMPANYAYA MALBATA XWIŞK Û BIRA’ RE JI BIRÎNAN RE BIBIN DERMAN
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz îfade kir ku ji bo ‘Kampanyaya Malbata Xwişk û Bira’ ya ku piştî qetlîam û hilweşîna li Cizîr û Sûrê hat destpêkirin, bendewariyek wan a tevlîbûnek xurt heye. Sariyildiz wiha got: “Tevlîbûna vê kampanyayê, ji birînên zarokan û malbatan re dibin derman. Di çarçoveya vê kampanyayê de malbat hevûdu dibînin, alîkariya xwe didomînin. Em tenê dibin navbeynkar. Ev di heman demê de piştgiriyek moral jî dide malbatan.” Sariyildiz bi bîr xist ku ‘Kampanyaya Malbata Xwişk û Bira’ ji aliyê gelek saziyan tê meşandin, got: “Bi saya van saziyan an jî bi rêya tevna civakî dikarin xwe yekser bigihînin min û tevlî ‘Kampanyaya Malbata Xwişk û Bira’ bibin.”
DMME PÊŞÎ LI QETLÎAMÊ VEKIR
Beriya merasîm destpê bike, Sariyildiz bi gel re sohbet kir û got: “Beriya qetlîamên hovîtiyê yên li Cizîrê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa biryara di lehê Tirkiyeyê de girt û hewl da daraza Tirkiyeyê ya li dadgeha sûcên şer asteng bike. Tirkiyeya ku vê dît jî pêkanîna qetlîaman texsîr nekir, li ber çavên tevahî cîhanê 150 kes şewitand.”
LI KURDISTANÊ QETLÎAMA HERÎ HOV PÊK HAT
Sariyildiz pêşketinên li Kurdistanê jî ragihand, wiha got: “Li Kurdistanê qetlîama herî qirêt, herî hov a sedsala dawî hat jiyîn. Di zivistanê de mirov ji ber tî û birçîbûnê mirin. Bi vê têr nebûn, şewitandin. Bi vê jî têr nebûn, bi xurdeyan re cenaze avêtin Dîcleyê. Di nav van sê meh in dawî de, qetlîamên herî hov, herî nemerdî, li ser navê mirovahî yên herî şerm hatin jiyîn. Dîrok wê van binivîse. Heta niha ti daneyên ku dewletê dest ji van polîtîkayan berdaye nîne. Em vê difikirin, gelê me li cihekî din bi heman ruhî hewl bide xwe biparêze wê demê dewlet wê vê bibêje: ‘Ne rêbazekî encamgir e.’ Êdî cîhan jî li ser daxive. Hin hêzên hegomonîk , wek Rûsya, beriya du rojan got: ‘Li Cizîr û Sûrê sûcê mirovahiyê pêk hat.’ Cîhan hewl dide vê bîne ziman. Niha desthilatiya heyî bi polîtîkayên xwe hetka xwe aniye. Li Kurdistanê jî ketiye tengaviyê. Dema ev hemû dane tên gel hev, an wê ev sîstem bê derbaskirin an wê wek dawiya Sedam, Mîlosevîç li Erdogan bê an jî wê nêzî çareseriyê bibe. Lê, hê ji bo Kurdan jî rîskên qetlîamên mezin hene.”