Oremar hate topbarna kirin, li Şirnexê jî balefir nizim firiyan
Oremar hate topbarna kirin, li Şirnexê jî balefir nizim firiyan
Oremar hate topbarna kirin, li Şirnexê jî balefir nizim firiyan
Artêşa Tirk herêma Oremar ya ser bi navçeya Gevera Colemêrgê topbaran kir, her wiha li Şirnexê jî liv û tevgera hewayî pêkhat.
Di demek ku gêrîlayên di pozîsyona vekişînê de ne, artêşa Tirk hêjan herêmên di bin kontrola HPG’ê de topbaran dike. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) ragihand ku, “16’ê Gulanê di demjimêrên navbera 04.00 û 05.00’an de artêşa Tirk ya dagirker herêma Şehîd Rehîma ya girêdayî devera Oremar ya ser bi navçeya Gever ya Colemêrgê ve daye ber obîs û hawana. Li beramberî wê hêzên me yên gêrîla jî bi çekên giran bersiv dane bombebaranên dijmin.”
HPG-NÇR’ê di derbarê tevgera hewayî ya li Şirnexê jî agahî dan û da diyarkirin ku, balefirên şer yên artêşa Tirk li herêmên Besta, Gabar û Cûdî yên Şirnexê nizim firiyane.