Operasyonên qirkirinê hatin şermezarkirin
Operasyonên qirkirinê hatin şermezarkirin
Operasyonên qirkirinê hatin şermezarkirin
Li Nisêbînê ciwanên operasyonên qirkirina siyasî bi meşekê protesto kirin, rastî êrîşa polîsan hatin, pevçûnên bi êrîşan re destpê kirin bi saetan berdewam kirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi sedan ciwanan, binçavkirin û girtinên piştî çalakiyên 6-7’ê Cotmehê prostesto kirin. Ciwanên li ber Pira Ahmet Kaya hatin cem hev û di nav de endamên YDG-H’ê jî hebûn ber bi Bulvara Şîrîn ve dest bi meşê kirin. Ciwanan mertalên bi destan hatibûn çêkirin hildan û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana Kobanê’ berz kirin. Ciwanan hinek wesayît dan sekinandin û kontrola nasnameyan kirin. Polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin. Di dema mudaxaleyê de polîsan gule berdan hewayê.
Pevçûnên bi êrîşa polîsan re destpê kirin heta derengiya şevê berdewam kirin.