Operasyonên qirkirina siyasî li Amed, Enqere û Stenbolê dewam kirin

Li Amed, Enqere û Stenbolê, ji ber operasyonên qirkirina siyasî bi dehan kes hatin binçavkirin.

Li Amed, Enqere û Stenbolê, ji ber operasyonên qirkirina siyasî bi dehan kes hatin binçavkirin.

LI AMED Û NAVÇEYÊN WÊ GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN

Polîsên dewleta Tirk li taxa Sanayî ya navçeya Bismilê bi ser malan de girtin û xebatkarê şaredariya Bismilê Alaattin Ondeş (22) binçav kirin. Ondeş, birin midûriyeta polîsan a Bismilê. Kesên bi navê Mehmet Albay, Halim Turan, M. Mehdi Biçimli, Hamo Ozmen, Mehmet Karadeniz, Mahsum Soylemez, Şahin Tiryaki, endamê meclîsa Şaredariyê M. Hadi Çelik û Fehime Ete û welatiyekî navê wî nehat hînbûn ku di 12'ê Tebaxê de hatin binçavkirin hê li midûriyeta polîsan tên ragirtin.

Li navçeya Erxeniyê xebatkarê şaredariyê Kenan Kor û rêveberê DBP'ê yê berê M. Ali Ozoglû hatin binçavkirin. Kor û Ozoglû li midûriyeta polîsan a Erxeniyê tên ragirtin.

Li navçeya Çêrmûgê ya Amedê jî rêveberê DBP'ê Mehmet Şah Kiliç û Abbas Karakoyûn, xebatkarê Çêrmûgê Îbrahim Halîl Şîmşek û Cûma Dalkiliç hatin binçavkirin. 4 kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Çermûgê. Polîsan bi ser 4 malên din de jî girtin, lê ji ber ku kesen lê digeriyan ne li malê bûn, kes nehatin binçavkirin.

ENQERE 

Li navçeyên Mamak û Tuzluçayirê endam û rêveberên partî û saziyên demokratîk 8 kes hatin binçavkirin. Yetkîn Kiliç, Firat Yalçin, Paşa Mert, Mert Altaş û Şafak Gul û kesekî navê wî nehat zanîn hat binçavkirin

STENBOL 

Li navçeya Sultangazî ya stenbolê jî polîsan bi ser gelek malên Kurdan de girtin. Li taxa Gazî herî kêm 7 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan kesên navên wan hat hînbûn bi vî rengî ne: Ferît Urun, Ramazan Aydinç, Celal Şen, Yûnûs Eten.

Li taxa Kanarya ya Kuçukçekmeceyê jî, bi îdîaya ku li hişyariya "bisekine" guhdarî nekiriye, polîsên Tirk gule li wesayîtekê reşandin. Ji ber vê gulereşandinê ciwanekî di wesayîtê de birîndar bû. Ciwanê birîndar rakirin nexweşxaneyê. 4 kesên di wesayîtê de ku 1 jê jin e, hatin binçavkirin.