Operasyonên qirkirina siyasî hatin protestokirin

Operasyonên qirkirina siyasî yên danê sibê li hember ESP û SGDF’ê pêk hat, li Stenbol û Kocaelî hat protestokirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên danê sibê li hember ESP û SGDF’ê pêk hat, li Stenbol û Kocaelî hat protestokirin.

Operasyona qirkirina siyasî ya li hember Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) û Federasyona Komaleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) pêk hat û bi binçavkirina 18 kesan bi encam bû, li peşiya avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Kadikoyê bi daxuyaniyek çapemeniyê hat protestokirin. Li ser navê SGDF’ê Ceren Çoban axivî û wiha got: “Dewleta qatil a bi komkujiyan, bombeyan dixwest ciwanên sosyalîst ên ji bo ji hawara Kobanê re bibin hêvî ketin rê tine bike, îro jî bi girtinan dixwaze serî li me bitewîne.” Çoban diyar kir ku operasyon ji bo Qesr karibe kesên bi komkujiyan tine nekiriye bê deng bike, pêk tên. Çalakî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.

KOCAELΠ

SGDF’ê li Kocaelî bi daxuyaniyek çapemeniyê ya li pêşiya Parka Mafên Mirovan a Îzmîtê operasyonên qirkirinên siyasî protesto kir. Daxuyanî li ser navê SGDF’ê ji aliyê Elîf Tûgra hat dayin. Tûgra anî ziman ku zîhniyeta komkujer a AKP’ê û DAIŞ’ê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê didome û li hember van komkujî, zext û zilman wê ti carî ciwanên sosyalîst, welatparêz û şoreşger serî netewînin, paş de gavan navêjin. Tûgra destnîşan kir ku wê li hember zextan berxwedanê bidomînin, her wiha banga piştevanî û berxwedana li tevahî gelan kir. Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

Dîsa, Piştgiriya Pirsûsê jî bi daxuyaniyek nivîskî girtina 18 endamên ESP, SGDF û qetilkirina Dîlan Kortak a ji aliyê polîsan şermezar kir. Di daxuyaniyê de komkujî û operasyonên qirkirinên siyasî yên li Kurdistanê jî hate bibîrxistin.