Operasyonên qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de yên li Edene, Osmaniye, Riha û Dîlokê gelek kes hatin binçavkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî de yên li Edene, Osmaniye, Riha û Dîlokê gelek kes hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk didomin. Li Edene, Osmaniye, Riha û Dîlokê bi ser malan de girtin û gelek kes hatin binçavkirin.
EDENE
Li navçeya Ceyhana Edeneyê polîsan bi ser gelek malan de girt. Ahmet û Şerîf Bahadir jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
OSMANIYE
Li Osmaniyeyê di serdegirtina malan de Berdevkê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Îsmaîl Esen û Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Muslum Çagan hatin binçavkirin. Hate zanîn ku Çagan û Esen birin Midûriyeta Polêsan a Osmaniyeyê.
RIHA
Li Taxa Yenîce ya navçeya Eyyûbiye ya Rihayê Mahmut Înanç (18) di serdegirtina mala wî de hat binçavkirin. Înanç birin navenda TEM'ê. Der barê binçavkirina Înanç de tu agahî nedan malbata wî.
DÎLOK
Endamê Meclîsa Ciwanan a HEDEP'ê Abdurrahman Elmas (26) di serdegirtina malan a li Taxa Karacaoglan a navçeya Şehîdkamil a Dîlokê de hate binçavkirin.