Operasyonên qirkirina siyasî dom dike
Li Riha, Mûş û Aydinê di çarçoveya pêkanînên qirkirina siyasî de gelek kes hatin destgîrkirin û girtin.
Li Riha, Mûş û Aydinê di çarçoveya pêkanînên qirkirina siyasî de gelek kes hatin destgîrkirin û girtin.
operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma Qesr-AKP’ê didomin.
RIHA
Li Rihayê di serdegirtina malan ya ji aliyê polîs û jendermeyan ve Hevserokê berê yê DBP’ê yê bajêr Celal Babacan, Rêveberê Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Rojava re ku bi BHG’ê hatibû girtin Adil Demîr û endamên partiyê Îbrahîm Şîmşek, Îbrahîm Kûrt, Osman Buyıkbaş, Emîn Çetîntaş û Ahmet Îstek hatin destgîrkirin.
Di dema serdegirtina malan de ji bo hînceta destgîrkirinê ti daxuyanî ne hate dayîn.
Li aliyê din malbatan ragihandin ku ji bo kesên hatine destgîrkirin parêzer ne hatine girtin û ji baroyê bi zorê parêzer erkdar kirine. Malbatan îdîakirin ku êşkence li kesên hatine desgîrkirin dikin.
Tê payîn ku hejmara kesên bên destgîrkirin zêdetir bibe.
MÛŞ
Li navçeya Kop a Mûşê di 3’ê Nîsanê de 14 kes hatibûn destgîrkirin. 14 kesên ku li Emniyetê karûbarên wan qediya sewqî dadgehê hatin kirin. Yakûp Şahîn, Fesîh Çaglayan, Hîkmet Aras û Îbrahîm Kaltûş ku bi hînceta ‘endamtiya rêxistinê ne’ piştî îfadeya wan ji aliyê dadgehê biryara girtinê hate dayîn.
Zekî Gun, Devrîm Tanrikûlû, Cuneyt Dûran, Sadûllah Demîr, Selahattîn Topçû, Hayrettîn Yilmaz, Kerem Kayaalp, Yaşar Taş, Melîke Tozyîlmaz, Mehmet Alî Çetînkaya bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
4 kesên ku hatine girtin şandin Girtîgeha Tîpa L a Patnosê.
Fesîh Demîr ê ku heram rojê hatibû destgîrkirin, roja Înê hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E a Mûşê.
AYDÎN
Li navenda Aydîn û navçeya Efeler jî danê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di dema serdegirtinê de polîsan heqaret li kesên li malan de kir û dest danî li ser bilgisayar, pirtûk, fotograf, telefon û cîhazên elektronîk. Di serdegirtinên malan de 9 kes hatin destgîrkirin û birin Şaxê TEM’ê ya Midûryeta Emniyetê.