Operasyonên qirkirina siyasî: 21 kes hatin binçavkirin
Li Wan û Amedê polîsan bi ser malan de girtin û 21 kes binçav kirin.
Li Wan û Amedê polîsan bi ser malan de girtin û 21 kes binçav kirin.
Li navçeya Tûşba ya Wanê, polîsên Tirk avêtin ser malan û 13 siyasetmedarên Kurd binçav kirin.
Kesên li Wanê hatin binçavkirin ev in: Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Tûşbayê Hakki Cemal, Îslam Varhan, Ferman Edîş, Fatma Aşan, Sîtiye Kaval, Leyla Tayan, Îsmet Şapkaci, Halîme ALbay, Lezgîn Îsnaz, Mahbûb Talay, Gurgîn Başaran, Cahîde Şahîn û Samet Şahîn.
Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya navçeya Artemêtanê.
Li navçeya Pasûr a Amedê, duh bi ser malan de girtibûn û 8 kes hatin binçavkirin. 8 kesên ku duh hatibûn binçavkirin birin Fermdandariya Jandarma a Pasûrê. Navê kesên ku hatine binçavkirin wiha ne: Hevserokên Navçeyê yên DBP’ê Berna Çelîk û Mûrat Yaman, Keyayê berê yê taxê Îhsan Çabûk, Firat Ozgen, Asim Ozgen, Erhan Adiguzel, Sadik Altûn û Muhlîs Altûn.