Operasyonên leşkerî û topbaran didome

Operasyonên leşkerî û topbaran didome

Artêşa Tirk ku li ser sînor topbaranê didomîne, li dijî herêma “Şemalê” ya navend Mûşê jî veguhestina leşkerî pêkhat.

Li gorî daxuyaniya Navenda Çapamenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) hate ragihandin ku, “Roja 7’ê Nîsanê li derdora demjimêr 11.00 û 12.00’an de ji aliyê artêşa Tirk ya dagirker ya li ser sînor ya Qilabana Şirnexê, herêma Girê Çeta daye ber obîs û hawana.”

HPG-NÇR’ê da diyarkirin ku, roja 5’ê Nîsanê karwanek ya leşkerî ku Jamerek 4 wesayîtên çiya û 16 kamyonên leşkerî ji navend Mûşê ber bi herêma Şemalê ve veguhestina leşkerî û cebilxaneyan kirine. Her wiha hate ragihandin ku, firîna balefirên bêmirov yên li ser herêmên gêrîlayan didomin.

HPG-NÇR aşkera kir ku, “Rojên 6-7’ê Nîsanê balefirên bê mirov yên aydê artêşa dagirker ya Tirk li ser herêmên Parastina Medyayê Qendîl, Heftenîn, Xakurk û Zagrosê geriyane.”