‘Operasyonek birbirî ya organîzekîrî heye’

Parlementerê DEM Partî yê Mêrsînê Alî Bozan diyar kir ku dîmenê ciwanên li Mêrsînê govendê digerînin û dirûşman berz dikin, bizanebûn hatiye parvekirin û bi vê yekê operasyoneke birbirî ya organîzekîrî dimeşînin.

Dîmena ku komekî ciwanan li perava Mêrsînê li gel stranan, govend digerînin û dirûşm berz dikin, ji aliyê hesabên trol ên medya dîjîtal ve hedef nîşandan. Wezîrê Karên Hundirîn Alî Yerlîkaya li ser bûyerê bi nota “tişta pêwîst hat kirin” ragihand ku 9 ciwan hatine binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin 9 ciwan di 22’yê Tîrmehê de hatin binçavkirin. Derbarê dosyeyê de biryara veşariyê hate dayîn û hat zanîn ku ciwan bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin. 

Polîsan strana “Olurum  Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin. Piştî ku dîmen li ser hesabên medya dijîtal hatin parvekirin, Parlementerê DEM Partî yê Mêrsînê Alî Bozan bi daxuyaniyeke bertek nîşanî bûyerê da.

Bozan ji ANF’ê re axivî û got ku îfadeya ciwanan li emniyetê tê girtin, lê ne diyar e ku wê kengê derkevin edliyeyê. Bozan diyar kir ku sûcdarkirina li ser ciwanan tenê ew e ku li gel stranên Kurdî û dirûşmeyan govend gerandine û tu sûcdariyeke din tune ye.

Bozan, da zanîn ku ev rewşeke organîze ye û wiha got: “Di meha Hezîranê de komeke ciwan ji bo betlaneyê ji Dîlokê tên Mêrsînê. Li perava Mêrsînê li gel stranên Kurdî govend digerînin û di dîmena ku govend tê gerandin de dengê dirûşmeyeke tê. Ne diyar e kijan ciwan ev dirûşme berz kiriye. Ev ciwan beriya ku werin binçavkirin, ji aliyê hesabên trol ên di medyaya dijîtal de hedef hatin nîşandan. Nav, paşnav û hesabên medyaya dijîtal a wan ciwanan tê parvekirin. Bi vî rengî hewl didin birbirî çêbikin.”

Piştî ku li ser van hesabên trol agahiyên li ser ciwanan hatin parvekirin emniyetê operasyon kir û ew ciwan binçav kirin. Dema li derve tê nêrin operasyoneke birbirî mijara gotinê ye. Hesabên trol agahiyên kesên di dîmenê de ku zêdeyî mehek berê hatiye kişandin, ji ku derê dibînin, hesabên wan ên medya dijîtal çawa tespît dikin? Eşkere ye ku ev ji aliyê emniyetê ve hatiye servîs kirin.

Parlementerê DEM Partî yê Mêrsînê Bozan diyar kir dîmenên operasyona polîsan weke operasyona li dijî mafyayan hatiye kişandin û wiha got: “Yekane sûcdarkirina ku bikarin li ciwanan bikin sûcdariya propaganda ye. Lê dîmenên ku weke operasyona mafya û çeteyan e, hatin servîs kirin. Ciwan hatin binçavkirin û anîn Mêrsînê. Polîsan di nava wesayiteke ku diyar bû otubsa polîsan e, strana “Olurum  Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin. 

Ali Bozan destnişan kir ku Wezareta Karên Hundir ev dîmen bi qestî servîs kirine û diyar kir ku dirûşma “Bijî Serok Apo” berê ji aliyê dadgehên Tirk ve weke sûc nehatiye dîtin û wiha got: “Li vir eşkereye ku Wezareta Karên Hundir bi parvekirina van dîmenan dîsa dixwaze hink tişt veşêre. Hewl didin birbirî bidin çêkirin. Ji ber ku di bin van parvekirinên hatî kirin de gelek heqaret û gef li dijî gelê Kurd heye.

Xisûseke din jî, ji ciwanan re dibêjin we dirûşme berz kiriye. Li vî welatî biryara gelek dadgehan heye ku dirûşmeya “Bijî Serok Apo” ne sûc e. Dîsa biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heye. Lê xuyaye ku Wezareta Karên Hundir dibêje, ‘ez biryarên darazê nas nakim. Ez biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nas nakim.’”