Operasyona Mûsilê: Dor li DAIŞ'ê teng bûye

Artêşa Iraqê ragihand, çeteyên DAIŞ'ê li kolanên Nebî Cercîs, Serçexane, Resûl Hûr, Bab El Top û Meşahde yên Mûsil a kevn hatine asêkirin.

Fermandarê Hêzên Koalîsyona Iraqê Yahya Resûl diyar kir, hêza polîsên federal a Iraqê ji aliyê rojava ve bi pêş ve diçin û got, "Li herêma Mûsil a kevn, tenê kolanên Nebî Cercîs, Serçerxane, Resûl Hûr, Bab El Top û Meşahde di destê DAIŞ'ê de mane."

Resûl anî ziman, artêşa Iraqê ku dor li çeteyên DAIŞ'ê girtiye, herêmên Farûk û Meşahdeya yên li bakurrojavayê bajêr kontrol kiriye.

Artêşa Iraqê ku li rojavayê Mûsilê bi pêş ve diçin, bi piştgiriya hewayî ya balafirên koalîsyona navneteweyî, hewldaneke êrîşê ya çeteyên DAIŞ'ê ya li taxa Tenek a li rojhilatê bajêr, têk bir.

Li Mûsilê, ji Cotmeha 2016'an û vir ve operasyon dewam dike û hêzên Iraqê di 18'ê Hezîranê de bi ketina nava herêma bajarê kevn, derbasî qonaxa dawî bûn. Artêşa Iraqê amadekariyan dikin ku herêma bajarê kevn ji çeteyan paqij bike û operasyona ev 8 meh in didome biqedînin.