Operasyona Mûsilê: Artêş kete nava herêma 'Mûsil a kevn'
Artêşa Iraqê li nava Mûsilê bi pêş ve diçe. Hat ragihandin, artêş ketiye nava herêma 'Mûsil a kevn', ku herêma dawî ye di destê DAIŞ'ê de.
Artêşa Iraqê li nava Mûsilê bi pêş ve diçe. Hat ragihandin, artêş ketiye nava herêma 'Mûsil a kevn', ku herêma dawî ye di destê DAIŞ'ê de.
Fermandarê operasyonên Nînovayê Abdulemîr Reşîd Yarella diyar kir, artêşa Iraqê, polîsên federal û hêzên antî terorê, danê sibehê ketine nava taxa bajarê kevn û wê encamê piştre bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere bikin.
Artêşa Iraqê, di 28'ê Gulanê de dest bi operasyona rizgarkirina taxên dawî yên di destê DAIŞ'ê de bûn. Piştî ku taxa Şîfa duh nîvê şevê hate rizgarkirin, operasyon gihîşte qonaxa dawî.
Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê, di Cotmeha 2016'an de dest pê kiribû. Di 18'ê Çileyê de operasyona paqijkirina rojhilatê bajêr, di 19'ê Sibatê de jî operasyona paqijkirina rojavayê bajêr ji çeteyên DAIŞ'ê hatibûn destpêkirin.
Piştî ku herêma bajarê kevn ji çeteyan hate paqijkirin, wê operasyona rizgarkirina Mûsilê ku berî 8 mehan dest pê kir, biqede.