Yekîneyên Midûriyeta Polîsan, tîmên taybet û leşkeran li Êlih, Sêrt û Mêrdînê bi ser gelek malên BDP'ê, şaredarî, saziyên ÎHD, KURDÎ-DER, MEYA-DER û saziyên din de girtin. Polîs û leşkeran di serdegirtina mal û kargeriyan de di nav de rêveberên BDP'ê MEYA-DER û KURDÎ-DER'ê jî heye herî kêm 60 kes hatin binçavkirin. Polîsan li Amedê jî Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak li mala keça wî ya Amedê binçav kirin.
Operasyonên di bin navê KCK'ê de li dijî siyasetmedar û hilbijêrên kurdan berdewam dikin. Li Êlih, Sêrt, Mêrdînê, Stewr, Qoser, Nisêbîn, Şemrex, Ewêna, Stilîlî, Kertwên, Girêmîra tîmên taybet, polîsên çevîk û leşkeran bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtina mal û saziyan de endam û rêveberên BDP, ÎHD, KURDÎ-DER, MEYA-DER û saziyen din jî di navde herî kêm 60 kes binçavkirin.
LI ÊLIHÊ HERI KÊM 22 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Yekîneyên midûriyeta polîsan li Êlihê di saetên serê sibehê de bi ser avahiya BDP'ê MEYA-DER, KURDÎ-DER, nûnertiya Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê de girtin. Di serdegirtina saziyan û malan de polîsan Hevserokên BDP'ê yên Êlihê Şehmus Azboy, Ayşe Agilgat, rêveberen BDP'ê Eşref Ekîncî, Zeynep Tiluktîmur, Suleyman Aslan, Mahmut Abî, Mahmut Kaygusuz, Abuzet Ala, Serokê BDP'ê yê navçeya navendî Şukru Topkan û rêveberên navçeyê Abdulrezzak Kizmaz, Mahfuz Altinişik, Hasan Aydin, Cîgirê Şaredarê Êlihê Hamza Ayîş û Şehîd Înan, Serokê Meclîsa Giştî ya Bajar Salih Aktan û endamê Meclîsa Giştî ya Bajar Dicle Manap, Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê Şehmus Aslan, Serokê MEYA-DER'a Êlihê Ekrem Degirmencî û rêveberê wan Mahmut Soner, Endama Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê Meyaser Akdag, endame BDP'ê Bedri Can jî di navde herî kêm 22 kes binçavkirin.
Polîsan di serdegirtina malan de bilgisayar, hard dîsk û gelek ewraq desteser kirin. Endamê Meclîsa BDP'ê Osman Ergîn jî li Stenbolê binçav kirin. Hate zanîn ku dê wî bînin Elihê.
POLÎSAN LI MÊRDÎNÊ HERÎ KÊM 40 KES BINÇAVKIRIN
Yekîneyên Midûriyeta polîsan li Mêrdînê jî bi ser avahiya BDP'ê û malên BDP'iyan de girtin. Polîsan di serdegirtina malan û avahiyan de lêgerînen fireh pek anîn û gelek hard dîstê bîlgisayaran desteser kirin. Polisan di serdegirtina avahiyên BDP'ê û malên rêveberen BDP'e de Serokê navçeya navendî ya BDP'ê Abdulcelil Şîmdî, rêveberê BDP'ê Nevroz Turk, Fuat Olgaç, Mehmet Yilmaz binçav kirin.
Yekîneyên midûriyeta polîs û cendirmeyan bi ser avahiya BDP'e ya Stewrê û bajaroka Ewêna de jî girtin. Polîsan di serdegirtina avahiyên BDP'ê û rêveberên BDP'ê de lêgerînek mezin pêk anîn û lêkgerîn didome.
LI QOSERÊ GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan li navçeya Qoserê jî be ser avahiya BDP'ê û rêveberên BDP'ê de girtin. Polîsan di serdegirtina malên BDP'ê de Seroke BDP'a Qaserê Zeyat Agaoglu, Serokê BDP'ê yê berê Omer Turgay, rêveberê berê Şukran Yilmaz, endamê KCD'ê Alaattin Bulut û Mehdi Erdem, Serokê BDP'ê yê berê Seyfettin Ateş û Halîl Toguç, Arafat Sirdaş, Alavetin Ablay, Veysi Erdem, Îsmail Bal hatin binçavkirin. Polîsan gelek alav û amûrên bilgisayaran desteser kirin û rêvebera BDP'ê Şukran Yilmaz jî ligel destê wê yê şikestî dîsa binçav kirin.
LI NISÊBIN, STILÎLÎ, GIRÊMÎRA Û KERTWÊNÊ GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN
Polîs, leşker u tîmên taybet li navçeya Nisêbîn, bajarokên Stilîli, Kertwên û Girêmîra jî bi ser avahiyên BDP'e û malên reveberên BDP'ê de girtin. Polîs û leşkeran bi ser 14 tax û 6 gundan de girtin. Di serdegirtinan de Seroka BDP'a Ayten Kahraman, rêveberên BDP'ê Ramazan Keskin, Celal Ata, endamê meclîsa Şaredariyê Feryat Tepe, Suleyman Dogan, Abdullah Yilmaz, Şemsettîn Daghan, rêveberê BDP'ê Şemsettin Dinç, Abdurahman Bayhan, rêveberê KURDÎ-DER'ê Îbrahîm Bilmeç û Birsen Tokay, civaknas Sadiye Aksoy, Keyaye texa Yenişehirê Şakir Acar, rêveberê berê Halîl Dogan, Mele Mehmet Yildiz, M. Nuri Işik, Aslan Çelîk, Serokê BDP'a Stilîlê Kemal Aytekîn, Serokê BDP'a Kertwênê Seyfettin Aydin û kesên navê wan nehatin zanîn gelek kesên din jî hatin binçavkirin. Polîsan bi ser avahiya BDP'e ya Girêmîra de girt û Serokê BDP'a Girêmîra Siraç Dinç û endame meclîsa şaredariyê Huseyin Tekin binçav kirin.
POLÎSAN DI SER BDP'A ŞEMREXÊ DE GIRT
Polîsan bi ser avahiya BDP'ê ya Şemrexe de jî girt û Îbrahîm Çoko de girt. Polîsan pişti serdegirtina mala Çoko û avahiya BDP'ê de Çoko binçav kirin.
POLÎSAN LI SÊRTÊ JÎ BI SER AVAHIYA BDP'Ê DE GIRTIN
Polîsan li Sêrtê jî di ser mal û avahiyên BDP'ê de girt. Polîsan di serdegirtinan de Hevserokê BDP'ê yê Sêrtê Dîlber Sevîm, Serokê BDP'ê yê navçeya navendî Halît Kaçar, endamên meclîsa şaredariyê Abdullah Aşkara, Gulbahar Karataş, Musa Kurhan, Yuksel Yilmaz, Seyfettin Aydın, Eşref Tekin, Ekrem Tatli, Rêveberê ÎHD'ê Hasan Ceyhan û xebatkarê BDP'e Rubar Kandem jî di navde 16 kes binçavkirin.
Polîsan li Amedê jî bi ser mala keça Selîm Sadak de girtin û Şaredar Selîm Sadak li mala keça wî binçav kirin.