Operasyona girtina ÇHD’ê di dewreyê de ye

Operasyona girtina ÇHD’ê di dewreyê de ye

Di îdianameya derbarê parêzerên Komeleya Huqûqnasên Hemdemî (ÇHD)’ê de ya di bin navê DHKP/C’ê de hatiye amadekirin ligel ku Taylan Tanay wek rêveberê rêxistinê hatiye sûcdarkirin, ji aliyê Midûriyeta Komeleyên Bajêr a Walîtiya Stenbolê dozeke duyemîn hat vekirin. Di doza ku li ser esasê “Li hemberî Qanûna Komeleyan muxalefet” ji aliyê Midûriyetê ve hatiye vekirin de, derbarê Tanay ê cara duyemîn ji bo Serokatiya ÇHD’ê hatiye hilbijartin li gorî Qanûna Komara Tirkiyeyê ya 53/1 tê xwestin ku nikaribe weqf, komele û sendîkayan damezirîne û her wiha nikaribe rêveberiyê wan bike.

Rêvebera ÇHD’ê ya Stenbolê Parêzer Gulvîn Aydin ku ji ANF’ê re axivî da xuyakirin ku armanca doza ku ji aliyê walîtiyê hatiye vekirin ev e ku li ser Taylan Tanay re ÇHD’ê bigirin, doz û operasyonên li dijî ÇHD’ê jî nîşaneya aşkera a polîtîkayên reşkirinê yên medyaya alîgir in.

Parêzer Aydin got ku, mufetişên Muduriyeta Komeleyan di 30’ê Cotmeha 2012’an de hatine kontrolkirina ÇHD’ê û li gorî qanûnê tevî destûr heye ku muduriyet tenê dikare 5 salan komeleyekê lêkolîn bike jî, ji aliyê mufetîşan ve hatiye xwestin ku defterên wan ên 10 salan werin desteserkirin. Aydin di heman demê de destnîşan kir ku wek parêzer destûr nedane vê û ji wan re gotine ku tenê dikarin defterên 5 salan werbigirin û bi vî awayî pêşî li bêhuqûqiyê girtine.

KESEKÎ DI GIRTÎGEHÊ DE WÊ ÇAWA CEZAYÊ PEREYAN BIDE

 Aydin da xuyakirin ku di pêvajoya ku bi mehan defter dihatin lêkolînkirin de êrîşa polîsan pêk hatiye û 22 parêzer ên di nav wan de Taylan Tanay, Selçûk Kozagaçli, Ebrû Tîmtîk hebûn hatine binçavkirin û paşê hatine girtin. Aydin her wiha destnîşankir ku di 19’ê Nîsana 2013’an de ji aliyê Muduriyeta Komeleyan ve bi hinceta defter li gorî usûlê nehatine girtin cezayekî zêde yê pereyan li wan hatiye birîn û wiha berdewam kir: “Ji ber ku Taylan Tanay wê demê girtî bû nikarîbû pereyan bide. Lê belê Muduriyerita Komeleyan a ev wek firsendekê dît vê carê di 19’ê Hezîrana sala 2013’an de derbarê Taylan de li gorî Qanûna Komeleyan xala 32/k û Qanûna Komara Tirkiyeyê xala 53/1 li Dadgeha 55’emîn a Asliyeyê ya Ceza doz hat vekirin.

Aydin anî ziman ku ji ber ku di hilbijartinên ÇHD’ê yên di 27’ê Nîsana 2013’an de Taylan Tanay careke din bû Serokê Komeleya Huqûqnasan a Hemdemî ji aliyê vê zîhniyetê ve nehat hezmkirin mijara girtina ÇHD’ê kirine dewreyê û dozên hatine vekirin, operasyonên li dijî parêzeran, kampanyaya reşkirinê ya ji aliyê medyaya nêzî hukûmetê ve li hemberî parêzeran di rastiyê de nîşaneya hewldana girtina komeleyê ye.