Onder: Qutbûna muzakereyan ji komployê ne cuda ye
Parlamenterê HDP'ê û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder diyar kir, qutbûna muzakereyan ji komploya navneteweyî ne cuda ye.
Parlamenterê HDP'ê û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder diyar kir, qutbûna muzakereyan ji komploya navneteweyî ne cuda ye.
Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, di salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de ji ANF'ê re axivî û got, qutbûna muzakereyan ji komploya navneteweyî ne cuda ye.
Onder da xuyakirin, Ocalan bi derketina ji Sûriyeyê û çûyîna Ewropayê re meşa aştî û siyaseta demokratîk daye destpêkirin û vê yekê, hêzên navneteweyî yê ku timî mîna amûrekê li gelê Kurd dinêrin, aciz kiriye.
Onder destnîşan kir, komplo nikare vê meşa aştiyê asteng bike û got, "Weke kesekî ku 3 salan bi Birêz Ocalan re xebitiye, dizanim ku ev meşa aştiyê, tevî hemû astengiyan jî wê bigihêje fînala wekhevî û azadiyê. Em ê bi hev re bi ser bixînin."
'KOMPLOYÊ NEKARÎBÛ PÊŞÎ LI MEŞA AŞTIYÊ BIGIRE, WÊ NIKARIBE PÊŞÎ LÊ BIGIRE'
Sirri Sureyya Onder gotina 'Min fêhm nekir bê Amerîkayê çima Apo da me' ya Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît bibîr xist û got, "Hemû aliyên komploya navneteweyî ya di nava vê gotinê de veşartî ye, bi derketina Birêz Ocalan ji Sûriyeyê û çûyîna Ewropayê re hatine pûçkirin." Onder da zanîn, ku Ocalan bi çûyîna Ewropayê re siyaseta demokratîk û meşa aştiyê daye destpêkirin û diyar kir, vê rewşê, hêzên navneteweyî yên ku her tim mîna amûrekê li Kurdan dinêrî, aciz kiriye.
Onder di dewama axaftina xwe de got, "Statukoya bingehîn a li herêmê, li ser eciqandin û nefreta li Kurdan dimeşe. Kengî Birêz Ocalan dest bi meşa aştiyê kir, hingî komploya navneteweyî jî bi lez û bez hemû şaxên xwe hûnand." Onder da zanîn, hêza komploya navneteweyî têra astengkirina aştiyê nekiriye û anî ziman, Ocalan li Îmraliyê jî ji bo siyaseta demokratîk û aştiyê bi însiyatîfên girîng rabû û ev îrade bi gelên li Tirkiye, herêmê û cîhanê daye qebûlkirin. Onder destnîşan kir, qutbûna muzakereyan û tevizandina pêvajoya çareseriyê nabe ku ji komploya navneteweyî cuda bê nirxandin û got, "Weke kesekî ku 3 salan bi Birêz Ocalan re xebitiye, dizanim ku ev meşa aştiyê, tevî hemû astengiyan jî wê bigihêje fînala wekhevî û azadiyê. Em ê bi hev re bi ser bixînin."
'EM Ê LÎSTÎKÊN WAN ÊN REFERANDÛMÊ PÛÇ BIKIN'
Onder, der barê spekulasyonên ku îdîa dikin 'Ocalan ji Sîstema Serokatiyê re gotiye 'erê', diyar kir ku ev gotin, parçeyek ji lîstikeke zexel e. Onder got, "Di vir de bi rengekî zexel dixwaze boykotê di nava gelê Kurd de bi rêxistin bike û eger karibe dengê 'erê' bê bide dayîn. Eger nikaribe jî gelê Kurd ji sindoqan vekişîne. Em ê van lîstikan pûç bikin û pêşî li wan bigirin."