Onder: Kurdan deriyê biratiyê girt

Onder: Kurdan deriyê biratiyê girt

Parlamenterê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureya Onder diyar kir ku, kurdan hefteya borî bi êrîşa li hemberî cenazeyên du gerîlayan deriyê biratiyê girtiye û wiha got: “Ji xwe Kurd azad bûne. Tişta ku hûn nabînin eve. Kurd di sedsala 21’emîn de deriyê derfetê ye. Kurdan bi êrîşa li ser cenazeyan deriyê biratiyê girtine. Bi Roboskê dê bigiratana. Di pozantiyê de ev hêvî bi giştî çû. Gaz berdan cenazeyan bi panzeran we kevirên goran parçe kirin.

Konferansa bi mijara ‘Nêrîn, aktor û pêvajoya di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de’ ya ku ji aliyê Nuneriya Tirkiyeyê ya Komeleya Heînrîch Boll Stîftugn û Esntîtuya Lêkolînê ya Civakî û Siyasî ya Amedê ve hat lidarxistin, îro bi rûniştina ‘ Pirsgirêka Kurd û Perspektîfên çareseriyê’ berdewam kir. konferans li Cîty Hotelê pêk hat. Parlamenterê AKP’ê yê Amedê Galîp Ensarî Oglu, Endamê Meclisa Aştiyê ya Tikriyeyê Îmam Canpolat, Hakan Tahmaz, parlamentera CHP’ê ya Stenbolê Bînnaz Toprak, nivîskar Huseyîn Yayman, akademîsyen Dogu Ergîn û parlamenterê Wanê Nazmî Gur tevlîbû.

Di rûniştina ‘ Meseleya Kurd û perspektîfên çareseriyê de’ Parlamenterê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureya Onder, Parlamenterê Erdexanê yê AKP’ê Orhan Atalay, parlamenterê CHP’ê yê Konyayê Atîla Kart wekê axaftinker tevlî bûn. Moderatorî jî Çengîz Çandar kir.

Parlamenterê BDP’ê Sirri Sureya Onder di rûniştinê de axivî û diyar kir ku, li gorî daneyên NY’ê 3 û nîv û li gorî Goç-Derê jî 4 milyon û nîv Kurd di şevekê de hatine muhacirkirin û ji warê wan hatine talankirin. Onder wiha got: “Gundê ku bi salan berê min li Wêranşarê û Mêrdînê şewitandî dît min îro jî dît. Berê çawa niha jî wihaye. Kurdê li metropolan bi cih bûn di stokên karkeriya erzan de tên xebitandin. Keda wan tên tunekirin.

Onder wiha pê de çû: “Divê ewil nav lê bêkirin, divê hûn bêjin meseleya Kurd. Belkî Kurd naxwazin bibin tirk. Kurd mafên xwe dixwazin. Xwedê daye her kulekî, daye kurdan jî. Kurd jî xwedî mafin. Lê mixanbin îslamker di pirsgirêka Kurd de misilmanin. Me ev di mafê zimanê dayîkê de zêde dît.

OHAL DIDOME

Onder da zanîn ku, hefteya borî li Amedê li hemberî cenazeya du gerîlayan êrîş pêk hat û wiha got: “Bi Tomayan ava tazyîkê avêtin cenazeyan û gel. Bombeyên gazê avêtin. Lê ev tabut ji ser milan nehat danîn. Desthildarî xwe dixapîne dibêje OHAL rabûye. Ez du sale li Amedê me, em bi destûr nekarin daxuyaniyê bidin. Nahêlin em Newrozê pîroz bikin. Ev mafê makeqanûniye. Ger ev rabûna OHAL’ê be gelo dê OHAL hebûya kurdan çi bikira?

KURDAN KAPAXA BIRATIYÊ GIRT

Onder wiha berdewam kir: “OHAL çawa siyasetê bike. Çawa navberê dike navber xwe û şîdetê. Ji xwe şîdetê dibînin. Ez ligel birêz Buldan bûm. Polîs ew hedef girt û bombeya gazê avêt. Lingê wê parçe kir. bersiva herî baş ya ji bo vê xweseriya demokratîke. Ji xwe Kurd azad bûne. Tişta ku hûn nabînin eve. Kurd di sedsala 21’ê de deriyê derfetê ye. Kurdan bi êrîşa li ser cenazeyan ji deriyê biratiyê girtine. Bi Roboskiyê dê bigiratana. Di pozantiyê de ev hêvî bi giştî çû. Gaz berdan cenazeyan, bi panzeran kevirên gorê parçe kirin. Êdî nizanim hûnê biçin destê wan? Hûnê şefaatê jê bixwazin, nizanim? Kurd tehemulê van nakin. 5 qirûş nirxê nadinê.”