Onder: Ji mesafeya şûrekî wêdetir nêzî wekîlên me nebin!

Parlamenterê Stenbolê yê HDP’ê Sirri Sureyya Onder, koma AKP’ê ya duh bi şev êrîşî Koma HDP’ê û wekîlên jin kir, bi tundî hişyar kir û got, “Li hember ti wekîlên me bi armanca şidetê ji mesafeya şûrekî wêdetir nêz nebin hûn ê poşman bibin.”

Parlamenterê Stenbolê yê HDP’ê Sirri Sureyya Onder, koma AKP’ê ya duh bi şev êrîşî Koma HDP’ê û wekîlên jin kir, bi tundî hişyar kir û got, “Li hember ti wekîlên me bi armanca şidetê ji mesafeya şûrekî wêdetir nêz nebin hûn ê poşman bibin.”

Helwesta êrîşkar a AKP’yiyên duh bi şev li Meclîsê êrîşî koma HDP’ê kirin îro jî dewam kir. Serokwekîlê Koma AKP’ê Mustafa Elîtaş ê duh bi şev Serokwekîla Koma HDP’ê Pervîn Buldan û Parlamentera Stenbolê Sebahat Tuncel ji ber kursî dahf da û got, “Ez bi rûyê xwe yê însan diaxivim. Ne bi rûyê terorîst! Tiştên hûn li kolanan dikin, hûn tên li vir jî dikin.” Parlamenterê Stenbolê yê HDP’ê Sirri Sureyya Onder, bersiveke tund nîşanî van gotinên Elîtaş da.

Onder ê mafê axaftinê wergirt ev hişyarî da koma AKP’ê “Yek,  Birêz Elîtaş, got ku em zarokan didin pêş û em terorîst in. Yek Birêz Elîtaş wê bê, li qada gelemperiyê lêborînê ji koma me bixwaze. Ez nabêjim, “Divê lêborinê bixwaze”, binêrin “Wê lêborînê bixwaze”. Du, dibe ku wezîr, serokwezîr û serokkomarê wî vê nirxandina wî parve nakin. Li her cihê em diçinê, ne wek terorîst wek hilbijartiyan, bi hurmet û wek nûnerên gel ên demokrat em tên pêşwazîkirin. Vê gotinê ne ji me re, bila ji Serokwezîrê xwe pirs bike, bila bêje, ‘Ti çima bi terorîstan re rûdinî?’ li gor vê jî em li bendê ne helwesteke bi heysiyet nîşan bide.”

Onder axaftina xwe wiha domand, “Herî dawî, careke din ti wekîlekî we, di serî de li hember hevalên me yên jin, -Ev ne gotineke mêrekî serwer e, ev gotineke rêhevaltiyê ye, herî zêde jî hûn me nas dikin- Li hember ti wekîlên me bi armanca şidetê ji mesafeya şûrekî wêdetir nêz nebin hûn ê poşman bibin.”