Onder: Gelan dest bi pîrozkirina 'NA' kirine, haya zaliman jê nîne
Sirri Sureyya Onder tevlî civîna gel a li Îzmîrê bû û got, "Di vê referandûmê de dengê NA bi ser ketiye. Gelan dest bi pîrozbahiyê kirine, lê haya zaliman hê ji vê nîne."
Sirri Sureyya Onder tevlî civîna gel a li Îzmîrê bû û got, "Di vê referandûmê de dengê NA bi ser ketiye. Gelan dest bi pîrozbahiyê kirine, lê haya zaliman hê ji vê nîne."
Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê civîneke gel lidar xist. Bi rêya weşana zindî pêwendiya vê civînê bi çalakiyên li Stenbol û Amedê re hat danîn û sînevîzyonek ji axaftinên Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag pêk tê, hat nîşandan.
Piştre Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder axivî û got, "Di vê referandûmê de dengê NA bi ser ketiye. Gelan dest bi pîrozkirina vê serketinê kirine, lê haya zaliman jê nîne. Bi rengekî şaşomaşo hê li şûna xwe rûniştine. Bersiva herî zelal a NA ya gelên Tirkiyeyê pêk hatiye. Dengê vê yekê wê di 16'ê Nîsanê biçe wan. Heta wê çaxê, wan ji xew hişyar nekin, bila di xew de bin."
'BI JIYANA XWE NÎŞAN DAN KU ZILM BI SER NAKEVE'
Onder cangoriyên têkoşîna azadiyê bibîr anî û got, "Li vî welatî, dema du kes bi hev re dimeşiyan, ev yek dibû sedem ku li cihekî nediyar ê welêt bên kuştin. Belavkirina rojname, kovar û dengên vî gelî li aliyekî, xwendina wan hinceta mirinê bû. Weşana zindî tine bû, haya Amedê ji rewşa Îzmîrê tine bû. Zilm di asta herî dijwar de bû. Derfetên ragihandinê tine bûn. Ez hemû hevvrêyên me yên ku em ji wan rojan gihandine vê rojê û di oxira vê de canê xwe feda kirine, bi rêzdarî bibîr tînim. Wan bi jiyana xwe nîşan dan ku zilm û zordarî bi ser nakeve. Beriya her tiştî, ji bo xatirê vê yekê, em dengê xwe yê NA bilind dikin."
'EZ HURMET Û SPASIYÊN ME JI OCALAN RE DIŞÎNIM'
Onder bal kişand ser kiryarên 14 salan ên AKP'ê û got, "Ew ji bo dengê Erê, tenê sedemekê dibêjin. Lê ji bo dengê NA 31 mîlyon sedemên me hene. Eger ev li hev bicive, dikare bieb 40 mîlyon. Ev 14 sal in li ser desthilatdariyê bi her awayî dek û dolaban digerînin. Û radibin dibêjin 'Bila Xwedê me efû bike'. Karê Xwedê nîne wê rabe we efû bike. Ne li welêt çavkaniyek nehiştin, hemû talan kirin. Hê jî gilî û gaziyan dikin. Sînorekî vî gelî hebû. We ew sînor fûrandine, ku wê dengekî xurt ê NA li hemberî we bilind bike. Ev yek wê vê bike."
Onder herî dawî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û got, "Ez dixwazim ji vê derê spasî û hurmetên xwe ji Birêz Ocalan re bişînim ku vê nêrînê bi aştiyê re her tim zindî kir û teşwîq dike."
Piştî axaftina Onder dirûşma "Bijî Serok Apo" li salonê hat qîrîn.