Onder: Em mafdar in, lewma em xurt in

Parlamenterê Enqereyê yê HDP'yî Sirri Sureyya Onder li mîtînga HDP'ê ya Manîsayê axivî û got, "Em mafdar in, lewma em xurt in."

Rêxistina HDP'ê ya Manîsayê û namzetên wê yên parlamenteriyê Sirri Sakik, Hasret Aslan û Bîrgul Saggoz li navçeya Sarûhanê karê xwe yê hilbijartinê dewam kirin. Parlamenterê Enqereyê yê HDP'î Sirri Sureyya Onder jî destek dan wan. Sakik di civînên gel de axivî û destnîşan kir ku têkoşîna wan ji bo edaletê ye. Sakik got, "Em ê edaletê bînin Tirkiyeyê."

Parlamenterê Enqereyê Sirri Sureyya Onder jî diyar kir ku Manîsa bajarekî xwedî şens e û got, "Encama hilbijartinê ya her wîlayetê tê meraqkirin. Lê encama hilbijartinên Manîsayê hîn bêhtir tê meraqkirin. Li ber me demeke kin heye. Divê em hinekî din seferber bibin. Divê em dengê xwe bigihînin guhên ker, bikin ku çavên kwîr me bibînin û dilên girtî me li me vebin. Ji ber ku em mafdar in, lewma em xurt in. Vî gelî, hevrêyên me, dostên me ji bo aştiyê, ji bo azadiyê gelekî berdêl dan. Divê em van herdu hefteyên dawî dest bi dest, dil bi dil bêyî rawestan bi kar derbas bikin. Li Manîsayê bi rastî jî coş û kelecaneke ku dikare ji tevahiya Egeyê û welêt re bibe mînak, heye. Em ê serketina xwe ya ji bo aştî û demokrasiyê diyarî hevrêyên xwe û zarokên xwe bikin."

AYDIN

Li Aydinê jî HDP li navçeyên Bûharkent, Germencîk û Efelerê di çarçoveya karê hilbijartinê de serdana gel dike. Namzetê parlamenteriyê Ferhat Tûnç, Dogan Açig, Semra Başaran û Bahattîn yagarcik li taxa Ûmûrlû ya navçeya Efelerê li dora sifreya fitarê ya gel rûniştin. Tûnç li vir axivî û got, "Mifteya pêvajoya krîtîk di destê we, me û HDP'ê de ye. Em ê ji sîstema zilm û talanê re bêjin 'êdî bes e'. Li Germencîkê jî ji namzetan Ayfer Demîrel serdana malan kir. Demîrel diyar kir ku wê ji bendê derbas bibin û bang li gel kir ku xwedî li sindoqan derkeve."