Onder: Em li pişta hev bisekinin, em ê bi ser bikevin

Wekîlê HDP’ê Sirri Sureyya Onder got, çi tiştê ku Ocalan got yek bi yek pêk tê û diyar kr, eger ew li pişt hev bisekinin, ew ê tarîtiyê ji holê rakin.

Wekîlê HDP’ê Sirrî  Sureyya Onder têkildarî girtina hevserok û wekîlên HDP’ê diyar kir, çi tişta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotî herf bi herf derketin û wiha pê de çû.

'DIVÊ EM BAŞTIR GUHÊ XWE BIDIN OCALAN'

"Ez ji bo qada neteweyî û navnetewî dibêjim; yek tiştê ku Ocalan gotî û pêk nehatî nemaye. Ji van tiştên ku gotî me hinek jê baş fêhm kirin, me hinek jê di nav pêvajoyê de dîtin, ji bo hin gotinan jî  me hewl da ku em bibin bersiv û em ji hin tiştan re nebûne bersiv. Rast e, ev pirsgirêka me ye. Birêz Ocalan çi gotibe yek bi yek derketin. Dema ku hişyariyên wî  li ser zemîna dîrokî fêhm kir em bêhtir bi ser ketin; di serî de hilbijartin tên. Wan deman em rewşeke tengezar re hevrû bûn ku em heq jê dernediketin. Siyaset karekî dînamîk e, vegerok e. Teqabulî navberên dirêj ên dîrokî dike. Ji bo ti tiştî ne dereng e. Ev ê bi serê Tirkiyê bihatana, bi serê wê hat. Me yê jî têkoşîn bidaya û em didin.

Çiqas raya giştî ya demokratîk were cem hev, çi qas zemînên ku li dor bloka aştiyê me bigihîne hev hebin, em ê ew qasî bi ser bikevin. Ev êdî ne tenê meseley HDP’ê, ya Kurdan e.’’

Bi dehan saziyên me hene, li sedan qadan em xebatan dikin. Encama ku wê ji van deran.

JI BO CHPÊ: JIYANA BI XWE HÎNDEKAR E

Onder têkildarî nêzîkatiya CHP’ê jî got, ne hewceye ku zor li CHP’ê were kirin, carinan pêdivî pê ç êdibe ku hin pêvajo werin jiyîn, jiyan bixwe hîndekar e û wiha domand, "CHP demekê dibe ku xwe di ewlehiyê de bibîne, dibe ku bifikire, ku ew li cem me xuya bibe ev ewlekarî wê jê re nemîne, lê ku vê helwestê bidomîne, wê bibîne ku serdest, serwer wê qet vê hesêb jî nekin. Belkî bi qasî ku berê xwe dane me wê berê xwe bidine wan jî. Kêmasî jiyan temam dike. Di meseleya CHP’ê de jî wê wiha bibe. Wekî ku ev qas bi pêşdaraz in, diqilqilin, divê mirov wan hi halê wan de bihêle."

'FERMO, EM HILBIJARTINÊ BIKIN'

Wekîlê HDP’ê û endamê Şandeya Imraliyê Onder, li ser gotina rayedarên hikûmeta AKP’ê ku dibêjin, gel desteka xwe ya ji bo HDP’ê kêm kiriye, got, ‘’fermo, em hilbijartinê bikin’’ û wiha domand:

"Qaqibo! Fermo, em hilbijartinê bikin. Bila kerem bikin, ku ji xwe bawer bin, heke bawer dikin ku ev pêşbîniya wan rast e, em hilbijartinê bikin. Di ti lêpirsîna raya giştî de yên ku me dana kirin û yên ku hine din dane kirin, em daneketina bin encamên Mijdarê. Di gelekan de jî em jê zêdetir in. Heke ev ji hîsê bawer bûna ji mêj ve hilbijartin wê bikirana.’’

'ÊM Ê VÊ TARITIYÊ BIŞKÎNIN'

"Hemû tiştên ku dibin, dev jê berdana qetikên demokrasiyê jî, bi armanca tesfiyekirinê ne. Dema ku hûn behsa demokrasiyê dikin, kezeb li van diqete. Me fragmana avaniya faşîzmê dît ku bi navê ‘’Seroktiya Tîpa Tirk’’ dixwazin ava bikin. Dema ku ev pêk hat civak wê were çi halî me ev dît û hinekî dî jî em ê vê bijîn. Ji vê tenê çîneke rantxur heye ku jê sud werdigire. Ji sinayiyê bigirin ta bi kedkaran, ji Êzîdiyan bigirin ta bi Ermenan, Suryanî, xwendekaran, jinan, me dît ku ev sîstem ji bo her kesî rê li ber tengezariyên mezin vedike.

Divê em xwe ji wan qadên ku ji bom e zêde bibin nîqaş dûr bixin. Niha nexweşek heye û xwîn jê diçe. Tişta pêşî divê em bikin, rawestandina vê xwînê ye. Ji bo vê jî dema ku du kes li deverên cihê cihê wiha fikirîn em ê bibînin ku bloka civakî ya mezin ava dibe. Di destê me de diyardeyeke girîng a bi navê dîrokê heye, di dîrokê de ti caran zordar bi ser neketine. Dinyayê ev siûd û derfet bo demeke dirêj bi dest wan ve neaniye. Heta ku mirov hebin hêvî hene û ji bo vê jî em dikarin bibînin ku ev pergal wê xwe li  lingê wan bihebilîne; lê em li benda vê nemînin, em bi rêxistinbûyinê, bi li cem hev bûnê em ê van rojên dijwar, tarî li pey xwe bihêlin û bişkînin."