Onder:Divê êdî pêkanînên aştiyane bên meşandin
Onder:Divê êdî pêkanînên aştiyane bên meşandin
Onder:Divê êdî pêkanînên aştiyane bên meşandin
Parlamenterê BDP’ê yê Stenbolê bi serokomar Abdullah Gul re der barê çalakiyên li Tirkiyeyê de hevdîtin kir û diyar kir ku ev bûyer nokteya girîng ya dîrokiye û got: “Divê li Tirkiyeyê her kes ji xwe re dersan der bixin. Divê ji vir şûnde vegerin şolenê. Ji vir şûnde divê pêkanînên aştiyane bên meşandin.
Onder diyar kir ku der barê bidawîkirina çalakiyan de nekare peyamê bide.
POLÎS DIVÊ PERWERDEYA XWE LI BER ÇAVAN DERBAS BIKE
Onder da zanîn ku ev pêvajo li dijî binpêkirina hiqûqê serhildana herî demokratîke. Onder wiha got: “Piştguhkirina her tiştî li dijî çewisandina îtîrazane. Di siyaseta demokratîk de di alî dewletê de tehemulî ne mumkune mirov bibînin. Ev ne pirsgirêka hikûmetê ye. Ev pirsgirêka hemû zindiyane. Hun nekarin bi perspektîfa xwe ya teng biryarê bidin. Pirsgirêka duyemîn j îli welatekî nifûsa wan ciwan divê ji îtîrazan re qad bê vekirin. Li gorî min divê polîs perwerdeya xwe li ber çavan derbas bike.”