Olûç: Gel xwedî li vîna xwe ya siyasî û pêşeroja xwe derdikeve

HDP’yî ku ev du rojin li Bûrsayê bi gel re dicivin rastî eleqeyek mezin hatin. Di hevdîtinan de Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç got: “Ji Trakya heya Kurdistanê gel xwedî li vîna xwe ya siyasî û pêşeroja xwe derdikeve.”

Hevdîtinên bi gel re yên di çarçoveya programa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ‘Em HDP’yî ne, li her derê ne’ de ya li Bûrsayê di roja 2’mîn de dewam dike. Endamên Partiyê bi tevlîbûna Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç û Endamê Desteya Rêveber a Navendî Ferhat Encu çûn serdana esnafên navçeyên Kestel, Gemlîk û Înegolê.

Destpêkê şande li avahiyên navçeyê yê Kestelê taştêyek bi gel re xwarin.

OLÛÇ: DOZA GIRTINÊ YA LI SER HDP’Ê HATÎ VEKIRIN ZIBALE YE

Li vir Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç mafê axaftinê girt û doza girtina partiyan wan wek ‘zibale’ bi nav kir. Olûç bal kişand ser vê yekê ku bi doza girtina partiyê re dixwazin siyaseta demokratîk tasfiye bikin û diyar kir ku di vê mijarê de dadgeh jî ketiye bin bandora bloka desthilat. Olûç wiha dirêjî da axaftina xwe; “Hewldidin bi rêya darazê qada siyasetê ji nûve dîzayn bikin. Sedemê vê pêkanîna wan jî eve ku nekarîn di sindoqan de HDP’ê bin bixin. Ji ber ku nekarîn HDP’ê di sindoqan de bin bixin lewre hewldidin ku bi rêya darazê wê tasfiye bikin û qadeke siyasî qezenç bikin.”

Olûç tekez kir ku HDP ramanek e û ji ber wê gel xwedî lê derdikeve. Olûç wiha domand: “Em vê yekê li qadan dibînin. Ev jî tê vê wateyê ku gel xwedî li pêşeroj û çarenûsa xwe derdikeve. Yên dixwazin HDP’ê bigrin û qedexe bikin û hevalên me wek dîl digrin wê hesabê wan hemûyan bidin. Wê gel ev hişmendiyê ceza bike.”

Olûç di berdewama gotinên xwe de îşare bi têkiliyên mafya-desthilat a tevahiya dîroka Komarê kir û got: “Di vê pêvajoyê de bi rengekî here xeter tê pêkanîn. Ne diyare dest û berîkên wezîran li ku derê ye. Heta yek dozger têkildarê vana lêpirsînekê venake. Di dema 12’ê Îlonê de dozgerê ku li hemberî Kenan Evrenê faşîst doz vekir hebû. Di pêvajoyeke wiha de dozgerek dernakeve. Lê dema mijar dibe vekirina dozê li ser HDP’ê û amadekirina îdîanameyê dikevin rêzê. Kîjan dozger li dijî HDP’ê îdîaname yan jî fezleke amade bike rayeya wî tê bilindkirin û madalya digre. Lê bê cezatiyê didin tawanbaran.”

Olûç gefên Dewlet Bahçelî yê MHP’yî ya li hemberî partiya wan û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bibîr xist û wiha pêde çû: “Hem daxwaza girtina HDP û hem ya Dadgeha Destûra Bingehîn kir. Ji bo her tiştî bi girtinê nêzîkatî raber dikin. Dema ev jî têr neke vê carê girtina HDP’ê weke deyneke namûsê diavêjin ser milê Dadgeha Destûra Bingehîn. Li vir dixwaze bêje ku ‘Eger hûn HDP’ê negirin hûn bê namûs in’. Vê gefê dixwe.”

Olûç bi gotina “Li Tirkiyê HDP, tê wateya pêşeroj e” axaftina xwe bidawî kir.

ENCU: EMÊ TI CARÎ DEST JI FERASETA XWE YA SIYASETA DEMOKRATÎK  BERNEDIN

Piştre Encu yê HDP’yî bal kişande ser girîngiya civînan û girîngiya fikrê civakê ji bo wan û ragihand: “Daxwaza me ya em li ser fikir û pirsgirêkên gel siyasetê bikin heye. Li ser vê yekê bê ka em hemû bi hevre çawa bi ser bikevin nîqaşên xwe birêve dibin. Em partiya prensîban in. Kê/î van prensîban qebûl bike em ê di wê rasteyê de pê re îtîfaqê çêbikin. Ev nayê wateya bûyîna dûvikê wan. Emê ti carî dest ji feraseta xwe ya siyaseta demokratîk bernedin.”

Piştre şande çû serdana esnafan kir. Di dema serdanê de welatiyan peyama piştewaniyê dan û îşare bi têkiliyên mafya-desthilat kirin û gotin ku divê ji wan têkiliyan hesab bê pirsîn. Gel diyar kir ku desthilat kesimên mixalif “terorîze” dike, her wiha rexne li sekna parçeyî ya partiyên mixalifetê ya li hemberî vê rewşê girtin.

Piştre Olûç careke din dest bi axaftinê kir û got; “Madem ku we doza girtinê vekir, daraz di destê we de ye û hûn girtina HDP’ê armanc dikin; me got ‘hûn nikarin bigrin’. Û me ev kampanya da destpêkirin. Me di kampanya xwe de jî dît ku ji Trakya heya Kurdistanê gel xwedî li partiya me derket. Gel xwedî li vîna xwe ya siyasî derdikeve. Gel xwedî li pêşeroja xwe derdikeve. Dibêje ku wê ji vê pêdetir jî xwedî derkeve.

Eger hûn dihizirin ku bi girtina HDP’ê hûnê bi me bidin wendakirin, peyama vî gelî dayî eve ku hûnê bi xwe pir mezin wenda  bikin.”

ŞANDEYA HDP’Ê LI ÎNEGOLÊ BI KONVOYÊ HAT PÊŞWAZÎKIRIN

Şande piştî serdanên xwe yên li Gemlîkê derbasî navçeya Înegolê bû. Şande di destpêka navçeyê bi konvoyê hat pêşwazîkirin. Piştre şande destpêkê çû serdana esnafan. Piştî esnafan jî şande çû serdana bazara semtê ya li navçeyê hatî avakirin. Li vê derê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Şandeyê guh da pirsgirêkên esnafan. Hate gotin ku di her şert û mercî de esnaf alîgiriya demokrasiyê dike. Welatiyan ji balkonên malên xwe, ji pencere û cihê ku lê bûn bi fîtik, tilîliyan û çepikan piştgirî dan partiyiyan.

Piştî serdana bazara semtê şande bi ciwanên ku li tesîseke werzişî ya li navçeyê bûn re hatin ba hev. Serdan bi çepikan bidawî bû.

Şande wê sibe di çarçoveya kampanyayê li Balikesîrê hevdîtinên xwe bidomîne.