Olûç: Di mijara tecrîdê de divê mûxalefet bi wêrek tevbigere

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç ji mûxalefetê re got, "Gelo gelekî bi we zor e ku bêjin, 'Divê Ocalan karibe parêzerên xwe bibîne, divê hiqûq bi cih were anîn'."

Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç li meclîsê civîneke çapemeniyê pêk anî.

Olûç destpêkê 301 karkerên di komkujiya Soma de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî.

Bi domdarî bal kişand ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi bîr xist, Leyla Guven 187 roj in di greva birçîbûnê de ye û rewşa grevên birçîbûnê bi giştî tirsnak e.

Olûç pira "Hûn hîn li benda çi ne?" li rayedaran kir û got, "Ji bo cihanîna hiqûqê, ji bo bicihanîna qanûnan, destûra bingehîn û peymanên navneteweyî hûn li benda çi ne? Hûn jî dibînin, 2'ê Gulanê bi hevdîtina carekê ya bi parêzeran re pirsgirêk çareser nabe. Ji bo pirsgirêk çareser bibe hûn çima gavê navêjin? Ji bo sererastkirina vê rewşê ku li dijî hiqûqa mafên mirovan e, hûn çima gavê neavêjin?"

Olûç bang li partiyên mûxalefetê jî kir û got, "Em dixwazin ji Iyi Partî û CHP'ê bipirsin. Gelo bi we gelekî zor e ku hûn bêjin, 'Divê Ocalan karibe parêzerên xwe bibîne, divê hiqûq bi cih were anîn'. Serokê Giştî yê MHP'ê jî ku pozîsyona xwe diyar e, nêrîna xwe eşkere kir ku divê parêzer karibin Ocalan bibînin. Hûn partiyên li mûxalefetê ne. Hûn ê kengî dawî li cotstandartiya di mijara hiqûq û demokrasiyê de bînin?"

Olûç destnîşan kir, di mijara xwedîderketina li mafên hikumxwaran de divê partiyên mûxalefetê hîn bi wêrekî tevbigerin.