Olûç: Di hilbijartinên xwecihî de em pir biryardar in

Berdevkê HDP'ê Sarûhan Olûç, bal kişande ser êrîşên AKP'ê û got, ''Dibînin ku hilbijartinên xwecihî winda kirine, dibêjin, em çilo bikin û pêşî li vê bigirin''.

Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç, Serokomar Erdogan ê li Moldova “xweseriyê” parast rexne kir û got: “Xwezî te xweseriyê li Tirkiyeyê jî biparasta.”  

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç, li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. Oluç bal kişand ser ziyareta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a Moldovayê û got: “Erdogan di serdana xwe ya Moldova de têkildarî Herêma Tirk a Gagavuzê ya Xweser hin tiştên girîng got. Behsa grîngiya statûya xwseriyê kir û got ev yek bandorek erênî li ser têkiliyên Tirkiye û Moldova dike. Ev ne henekên kamerayê ne. Li ser vê herêmê dikare ewqas nirxandinên pozîtîf bike lê Erdogan li Tirkiyeyê berevajî vê mijara îdarî û zimanê dayikê helwest nîşan dide. Xwezî li nîqaşên Tirkiyeyê jî behsa xweseriyê bikira. Yên ku li Tirkiyeyê behsa moedela xweseriyê dikin, Erdogan wan dike ‘terorîst û xayîn.”  

‘XWESERÎ PRENSÎBA ME YE’  

Oluç destnîşan kir ku Erdogan li Moldovayê xweseriyê diparêze û li Tirkiyeyê jî wek “terorîzmê” bi nav dike û ji ber hevserokên wan berê, parlamenterên wan, hevşaredarên wan û gelek kesên din daxwaza xweseriyê kirin hemû niha girtî ne. Oluç anî ziman ku xweserî helwesta HDP’ê ya prensîbî ye û ew ê di mijara xweseriyê de helwesta xwe ya prensîbî û polîtîk berdewam bikin.  

Oluç bal kişand ser xwerêvebirina demokratîk û got: “Mafê her netewekî heye li ser axa xwe birêve bibe. Heke armanca we ne cot standart be û hûn li pey gotinê xwe bin, derkevin pêşberî kesên li Tirkiyeyê vê mijarê nîqaş dike. Divê hûn derkevin hemberî wan kesan. Lê helwesta dê li Tirkiyeyê bê nîqaşkirin nîne. Ewil çikirin, çûn saziyên behsa xweseriyê dikir girtin. Tabelayên kurdî ji şaredariyan daxistin û navên kurdî yên li ser tabelayan qedexe kirin.”  

'ÇIMA ZIMANÊ DAYIKÊ SÛC E?'

Oluç di warê zimanê dayikê de ji Erdogan pirsî û got: “Serbestiya Gagavuzî xweşik e lê axaftina Kurdî, ji bo azad bibe û perwerdehiya wê çima dibe sûc? Ji bo Gagavuz maf e lê ji bo Kurdan ne maf e? Feraseta vê rewşê radixîne ber çavan. Em ê li dijî vê yekê têkoşîna xwe ya demorkatîk dewam bikin. MHP çi difikire û çi dibêje Erdogan û hikumeta xwe jî heman tiştan dikin û dibêjin.”

'XWEZÎ WE SOYLU Û SANCAK JÎ HÎBE BIKIRAN'

Oluç, da zanîn ku Erdogan di serdama xwe ya Gagavûz de bi du TOMA’yan re çû û wiha pê de çû: “Gumanbar dest ji gumanên xwe bernadin. Mînak dikarî bû findiqan bibe, çay bibe û xelatên dîrokî bibe. Lê birina TOMA’yan bi wateye. Li welatê xwe çawan nêz dibe, dixwaze li Moldova jî wisan nêz bibe. Xwesî we Ethem Sancak û Wezîrê Karê Hûndie Soylu yên TOMA çekirin jî hîbe bikiran.”

Oruç, bal kişand ser muxtarên ji kar hatin avêtin jî û wiha dom kir: “Ew şexsê li hemberî Emerîqa nikare xwe bigire (Suleyman Soylu) 259 muxtar ji kar avêtin. Ev bêhiqûqiye û mafê hilbijartinê bin pê dike. Tehemûla wan ji mirovên ku rozetên AKP’ê bi xwe ve nakin, koletiyê ji Qesrê re nakin, beşdarî dawetiyên Qesrê nabin, ji bo pêdiviyên mirovên herêmî dibin bersiv û bi awayekê demokratîk nêz dibin, tuneye. A rastîn naxwazin Kurd rêveberên xwe hilbijêrin. Nêzîkatî ev e. Gel li herêmê xwe bi rêve dibe û xwedî vîna xwe derdikeve. Gel bi xwe rêveberiya xwe dihilbijêre. Dengê xwe didin û vîna xwe datînin holê. We ewil hevşaredarên wan ji kar avêtin, dûre we endamên meclîsên wan û niha jî hûn muxtarên wan ji kar davêjin.”

'JI NIHA DE HILBIJARTINA HERÊMÎ WINDA KIRIN'

Oruç, di dewama axaftina xwe de wiha got: “A rastî desthilatdariyê ji niha de hilbijartina herêmî winda kiriye. Wateya vê pir zelale. Ew bi xwe jî dibînin, hilbijartina herêmî winda kirine. Îcar niha difirin ku gelo çi bikin, dê karibin pêşiya vê yekê bigirin. Lê bila baş zanibin, emê bi awayekê xurt bixebitin. Sibe li Amedê civîneke me ya rêveberiyên herêmî heye. Hevserokên em û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk dê beşdarî civînê bibin. Piştre jî civîna me ya Desteya Rêveberiya Navendî heye. Em ê encamên civîna xwe ji raya giştî re ragihînin. Em bi biryar in. Emê ji berê zêdetir şarederiyan qezenc bikin.”

HEWLDANA REVANDINA XEBATKARÊ HDP’Ê  

Oluç, derbarê hewldana revandin xebatkarê Navenda Giştî yê HDP’ê Fahrî Yalçin a berî du rojan de jî, axivî û wiha bi dawî kir: “Hemû cureyên êrîşan ên li ser partiya me berdewam dikin. Êdî rewş gihaye asteke herî bêexlaqa. Mêze bikin, Fahrî Yalçin xebatkarê Navenda me ya Giştî ye. Du kesên xwe weke polîs nîşan didin, hewl didin hevalê me  Fahrî Yalçin ji rawestgeha otobusê birevînin. Ji ber hevalekê me yê xebatê di wir re derbas dibe, ev hewldana revandinê bêencam dimîne. Tu mafê kesekê tuneye ku wisan nêzî endam û xebatkarên partiya me bibin. Du sal berê jî 2 kesên xwe weke endamên MÎT’ê dan naskirin, xwestin hevalê me Fahrî Yalçin birevîn in. Me serlêdana sûc kir, lê tu encam derneket holê. Bila hemû kes baş zanibîn ku hewldanên revandin û sîxur kirinê dê tim bê encam bimîn in. Divê Wezareta Karê Hûndir û Wezareta Dadê demildest peywirên xwe bînin cih û gavên şênber bavêjin.”