Olûç: Di destûra bingehîn de pêdivî bi guherandineke mezin heye
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç got ku “Ji revîzyonê wêdetir, di Destûra Bingehîn de pêdivî bi guherandineke mezin heye.”
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç got ku “Ji revîzyonê wêdetir, di Destûra Bingehîn de pêdivî bi guherandineke mezin heye.”
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û rojev nirxand.
Di axaftina Olûç de ev tişt derketin pêş: “Destûra Bingehîn a niha, ji derbeya leşkerî ya di sala 1980’an maye. Pêdiviya civakê bi destûra bingehîn a demokratîk, azadîxwaz û wekhevîyê heye. Divê vê Destûra Bingehîn were guherandin.
Serokwekîlê Koma AKP’ê Bulent Tûran ji bo destûra bingehîn got ku ‘Pêdivî bi revîzyonê heye.’ Ez jî dibêjim ku ji revîzyonê zêdetir, pêdivî bi guherandinekê heye. Nîqaşa li ser Destûra Bingehîn bûye pêdiviyek. Divê ev nîqaş jî bi ferasetên demokratîk, azadîxwaz û wekheviyê were kirin.
KRÎZA EKONOMÎK
Enflasyon bûye 20 ji sedî, rêjeya bêkariyê bûye 15 ji sedî. Di sê mehên pêşîn ên sala 2019’an de 2,6 biçûkbûn pêk hatiye. Ev çar car in ku biçûkbûn pêk tê. Di 3 salên dawîn de 40 milyar dolar deyn zêde bûye û bûye 453 milyar dolar. Ango welat ketiye bin deynan. Bi vê polîtîkaya ekonomiyê de em hemû dikevin bin deynan.
KRÎZA S-400
Li gorî me krîza li ser S-400 neqediyaye. Helwesta Meclîsa Nûneran a Emerîkayê jî girîng e. Ev alozî wê bidome. Me berê jî got li Tirkiyeyê krîzeke mezin heye û luksa Tirkiyeyê tuneye ku hemû budçeya xwe bide ji bo çekan. Meseleyên wekî S-400 û F 35 ji bo me gelekî girîng e. Dema mirov li krîza ekonomîk a îro binihêre, herdu jî şaş in. Divê ev biryarên şaş neyên dayîn.