Olûç: Desthilatdarî di erdhejê de cihêkariyê dike!

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç got ku “Destûrê didin alîkariyên şaredariya Mûratpaşa lê destûrê nadin a Erxeniyê. Ev cihêkarî ye.”

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên piştî erdheja Xarpêtê nirxand.

Di axaftina Olûç de ev tişt derketin pêş:

“Baş e ku civak di rewşên wisa de bi hestên hevgirtinê tevdigere. Em jî li ser esasê vî tiştî nêzî meseleyê bûn. Lê mixabin Wezareta Karê Navxweyî ev tişt kir meseleyeke siyasî. Wan bi xwe ev mesele kirin, meseleyeke siyasî.  Ji bo ku pêşiya hevgirtin û wergirtina pêdiviyan bigirin, ji destê wan çi hat, qet teqsîr nekirin.

NEHIŞTIN ALÎKARIYA ŞAREDARIYA ERXENIYÊ WERE BELAVKIRIN!

Destûr nedan ku 2 kamyon alîkariya Şaredariya Erxeniyê têkeve bajêr. Li dijî mirovayetiyê ye ku ev alîkarî bi paş ve were şandin.  Lê em di vî warî de bi paş ve gavan neavêjin. Destûrê didin alîkariyên şaredariya Mûratpaşa lê destûrê nadin a Erxeniyê. Ev cihêkarî ye.

Tişta ku desthilatdariyê ji bo erdhejê kiriye, gelekî kêm û qels e. Desthilatdariya ku divê ji bo erdhejê tevdîran werbigire, ji bo komkirina pereyan efûya îmarê derdixe. Bi pereyên ji bo Kanal Stenbolê dikarin ji bo erdhehê tevdîran werbigirin.

LI QADÊN ERDHEJÊ AVM HATIN LÊKIRIN

Di navbera salên 1999 û 2003’an de qadên kombûna ji bo erdhêjê kirine AVM. Gelek qad kirine AVM. Piştî erdheja Stenbolê ya di sala 1999’an de 77 qadên kombûnê mane.

XIZMETA BI KURDÎ MEŞRÛ YE

Xizmeta tendirustiyê ya li qadên bobelatê bi Kurdî were dayîn, ev jî meşrû ye. Di vê erdhejê de hin tişt pêk hatin. Ji ber hin bûyerên bi êş, hin rastî tê fêmkirin. Ev jî mirovan xemgîn dike.

Dema em dibêjin divê di qada tendirustiyê de xizmet bi Kurdî jî were dayin gelo çima ev tişt dibe sûc? Hin kes ji ber vê daxwazê tên darizandin.”