Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok di bernameya “Rojeva Welat” a Stêrk TV de bersiv da pirsên rojnamevan M.Emîn Yildirim.
Gelê kurd roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 4’ê Nîsanê li her derê pîroz kir. Ji bo gelê kurd û Tevgera Azadiyê wate û girîngiya 4’ê Nîsanê çi ye?
Destpêkê 4’ê Nîsanê li Rêber Apo pîroz dikim. Li hemû gelên me, heval û rêhevalên me pîroz dikim. 4’ê Nîsanê bêguman rojeke dîrokî ye. gelê kurd bi 4’ê Nîsanê esas jinûve jidayik bû yan jî di heman demê de weke rojbûna gelê kurd e. Cara yekem gelê kurd bi kesayeta Rêber Apo jiyanek ji bo xwe, fikrek ji bo xwe, nirxên ji bo xwe dîtin û bûn şahid û vê yekê dijîn. Esas hem pêwîstî hem jî xewnek gelê kurd bû ku bi birçîbûna rêbertiyê dijiya. Ji bo vê 4’ê Nîsanê valatiyek dîrokî dagirt û bû bersiv. Bala me dikişîne ku li çar parçeyên Kurdistanê, li zindanan, li serê çiyan, derveyî welat hemû gelê me weke yek ruh, yek xwestek, yek helwest dijî û dibîne. Ev bi tena serê xwe li hemberî dîrokê, neheqiya ku li ser gelê kurd helwestek e, têkoşînek e. Taybet ji bo jinên kurd ku Rêber Apo xeta îdeolojiya jinên azad ava kir cejnek e û rojeke hîn taybet e. Ji bo vê gelê me li her derê bi coşeke mezin, bi girêdayînek pirr xurt bi Rêber Apo re roja 4’i Nîsanê pîroz dike. Wateya vê ji aliyê sosyolojîk, felsefîk, îdeolojîk û di heman demê de têkoşîna ku îro pêk tê û tê dayîn jî tê dîtin. Rêber Apo gundiyek bû wekî me. Ne xwedî eşîrek pirr mezin bû. Kesayetek ku temamî bi hunera xwe, mejiyê xwe, ruhê xwe, îradeya xwe, bi rêxistinkirin û jiyana xwe çavên gelê kurd vekir, mejiyê gelê kurd vekir. Ew şara tarî li ser gelê kurd rakir. Civaka li ber mirinê bû weke serûmê. Tabî em weke heval û rêhevalên Rêber Apo, şagirtên Rêber Apo û hemû gelê me hem pê kêfxweş in hem pê serbilind in ku paradîgmaya Rêber Apo îro gav bi gav bi hemleyên dîrokî pêk tê, tê rêxistinkirin û jiyandin. Li rojavayê Kurdistanê şoreş pêk hatiye, bi nav û deng e, xwedî prestîj û îmaj e. Ne tenê gelê kurd civakên Rojhilata Navîn taybet yên li ser axa Sûriyê weke civaka ereb, xiristiyan, tirkmen, çerkez, çeçen bi nirx, bi hebûn, bi kesayeta Rêber Apo têkiliyên xwe yên hevbeş bi awayekî demokratîk weke jiyaneke azad bi paradîgmayekê bi rêxistin dikin. Dîsa di ragihandinê de me şopand, li çar parçeyên Kurdistanê û taybet li Bakur rexmî hemû zilm û zordariya dewleta Tirkiyê gelê me ew roj pîroz kir. Dîsa li Amara. Wateyek wê hebû. Gelê me, siyasetmedarên kurd, jin, ciwan, zarok, pîr, pîremêr di vê rojê de kesayeta xwe dîtin, pîroz kirin, lê xwedî derketin. Em di vê zanebûnê de ne ku ji bo gelê me 4’ê Nîsanê weke mizgîniyekê bû. Îro jî bi nirx û têkoşîneke bilind tê jiyandin. Bêguman tiştê ku mirov pê diêşe weke xwe pirrtir berpirsyar û erkdar dibîne Rêber Apo hîn jî di nava girava Îmraliyê de bi tena serê xwe û du sal zêdetirin tu agahî jê tune ku rewşa Rêber Apo çi ye. 18 sal zêdetir di zîndanê de ye. Tabî em deyndar in, erkdar in, berpirsyar in. Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê pirr girîng û dîrokî ye. Lê heta Rêber Apo azad nabe, bi azadiya Rêber Apo re gelê kurd azad nebe weke xwedî statuyek azad em ê tu caran xwe têr nebînin, em ê tu caran nebêjin bes e. Hertim weke ruhekî hemlewarî bi hevaltî û rêhevaltiyek pirr xurt û dîsa gelê me bi giştî azadiya Rêber Apo ji xwe re bike hedef. Hemû lêhûrbûn û derfetên heyî di vê noqteyê de bi kar bîne.
Di rewş û pêvajoyeke ku hem Kurdistan hem jî Rojhilata Navîn dikele de, beranberî vê yekê tecrîdek giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Ji bo fikrên wî û mudaxeleyî vê pêvajoyê nekin ku li ser Rêberê Gelê Kurd astengiyan pêş dixin?
Bêguman. Rêber Apo weke temsîla jiyan, felsefe, îdeolojiyekê ye. Ji bo civakên bindest, têkoşîn didin, azadîxwaz, ji bo jinên azadîxwaz û xwedî têkoşîn, ji bo kedkaran, ji bo hemû nirxên mirovahiyê paradîgma, felsefe û îdeolojiyekê temsîl dike. Alternatîfek e li hemberî dagirkeriyê, zihniyeta netewe dewletê û modernîteya kapîtalîst. Paradîgmayek nû, jiyanek nû, modernîteya demokratîk, neteweya demokratîk pêş dixe, temsîl dike. Çawa ku gelê me, hemû gelên bindest taybet jin rastiya Rêber Apo dibîne û hemû hêviya xwe di kesayet û paradîgmaya wî de dibîne û ji bo vê girîgiyekê dide, rêz diyar dike û hewl dide vê paradîgmayê bi rêxistin bike, ava bike, têkoşîna vê dide. Yên li dijî vê paradîgmayê jî bêguman jê ditirsin naxwazin ev paradîgma bi ser bikeve. Li hemberî vê hertim xwedî helwest in, astengiyan derdixin. Têkoşîneke îdeolojîk û siyasî jî di heman demê de. Dewleta Tirkiyê ew ê ji çi yê Rêber Apo bitirse, di destê wan de weke li giravekê tenê bi salan mafekî herî kêm ê mirovahiyê jî nadinê û najî. Îzole ye, kes nizane rewş çi ye. Eger hîn jî girîngiyek xurt tê dayîn, jê ditirsin, dixwazin îdeolojî, kesayet, exlaq û felsefeya Rêber Apo neyê belavkirin, xwendin, nasîn û jiyandin. Ev têkoşînek e, tirsek e, xofek e. Ji bo vê helwesta dagirkeriyê weke modernîteya kapîtalîst ev bû. Lingê wan ên Kurdistanê jî zihniyeta kevneperest û netewe dewletê bû. Jixwe komploya navneteweyî wan pêş xist, bi hev re. Têkoşînek bi rûmet ji aliyê me ve tê dayîn. Lê tiştê hatiye îspatkirin paradîgmaya Rêber Apo gav bi gav pêk tê. Civaka me û gelên Rojhilata Navîn bi vê kêfxweş in û jê moral digirin.
Di vê pêvajoyê de pêşketinên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê gelek deriyên nû li pêşiya gelê kurd vekirine. Di vê pêvajoyê de ji bo gelê kurd awantaj û dezawantajên wê hene. Gelê kurd dikare çawa vê pêvajoyê bi her awayî veguherîne lehê xwe?
Rojhilata Navîn bi giştî di pêvajoyek dîrokî de derbas dibe. Em mêze dikin hemû siyaseta navneteweyî xwe xwedî rol dibînin. Planên xwe li ser Rojhilata Navîn bi rêxîsitn dikin û çêdikin. Pirr diyar e ku careke din Rojhilata Navîn jinûve bê dîzaynkirin, avakirin. Esas îro li ser Sûriyê bi giştî li ser Rojhilata Navîn têkoşînên tê dayîn dîzaynkirina Rojhilata Navîn e. Ev şer û têkoşîn li ser erdê weke bihost bi bihost tê dayîn. Her kes hîn zêdetir ku xwedî bandor û bi hêz be. Di dîzaynkirina Rojhilata Navîn de li gorî berjewendiyên xwe encamekê bigire. Niha gelê kurd jî di vê pêvajoyê de tabî ku hêzek e, îradeyek e. Li ser rastiya Rojhilata Navîn jî bandor dike. Gelek derfet hene, weke we anî ziman. Mesela şoreşa Rojava, têkoşîn û şoreşa bakurê Kurdistanê bênavber tê dayîn û hertim bilind dibe. Çiqas rexneyên me hebin jî dîsa statuya başûrê Kurdistanê, her kes dibîne û qebûl dike, derveyî îradeya gelê kurd taybet li ser qedera gelê kurd û dizaynkirina Rojhilata Navîn jî ew ê ne hesan be. Gelê kurd jî pirr encam derxistine. Weke me got statuyek Başûr heye, Rojava di nava têkoşînê de ye û şoreş pêk aniye. Tiştek kêm e, ew jî çi ye? Yekitiya neteweyî ye. Xeteriya herî mezin ev e. Dagirkerî herî pirr ji vê îstifade dike. Bi vê valatiyê dilîze, eger hemû gelê me û rêxistinên kurd xwe berpirsyar dibînin divê di vê zanebûnê de bin. Di vê pêvajoyê de ruhekî neteweyî bi rêxistin bikin, kongreyek neteweyî pêş bixin û pêk bînin, birastî derfetên pirr mezin û dîrokî hene ku gelê kurd îro û ji vir şûnde weke hemû gelên cîhanê xwedî nasname, statû û jiyaneke demokratîk û azad be. Ji bo hemû çand, ol û civakên Rojhilata Navîn re roleke pêşengtî bilîze. Ev derfet hene. Lê tiştê xeter çi ye? Li dîrokê mirov mêze dike, dewletên dagirker hertim bi nakokiyên di navbera rêxistinan de lîstine, parçekirina Kurdistanê û parvekirina Kurdistanê û her hêzek dagirker car caran ên navneteweyî bi van parçeyan û parvekirina Kurdistanê lîstine, dijbertî kirine anînê hemberî hev. Hertim xwîna gelê kurd bê wate hatiye rijandin, keda hatiye dayîn bê wate hatiye dayîn, heta xizmeta siyaseta dagirker kiriye. Mecbûriyet heye ku ew dîrok i ber çavan be, bê fêmkirin û ji vê kêmasyî û şaşîtiyê her kes xwe dûr bixe, neyên lîstokên dewletên dagirker weke dewleta Tirkiyê û yên li ser herêma Kurdistanê bi giştî. Berjewendiyên gelê kurd di ser her tiştî re û beriya her tiştî bigirin. Derfetên heyî bikin yek. Pirsgirêk û nakokiyên nava xwe bi şêwazê nîqaş û muzakere çareser bikin. Lê neyên lîstokên dewletên dagirker û taybet yên Tirkiyê. Bê zanîn ku tu dewletên dagirker naxwazin îradeya gelê kurd weke netewe bê birêxistinkirin. Ew di vê zanebûnê de ne eger gelê kurd weke ruhekî neteweyî rêxistinek neteweyî ava bike, siyaseta dagirker li ser Kurdistanê ew ê nikaribe encamê bigire. Ji bo vê ew jî hertim ji hundirê rêxistinên gelê kurd dilîzin, çawa bikin hinekan bînin hemberî hev. Tabî mirov pê diêşe û mijarek rexne, lêpirsîn yan jî nîqaşê ye. îro jî we dît xeterî heye. Mesela dewleta Tirkiyê, berpirsyarên wan weke serokomar û serokwezîrên wan dubare dubare tînin ziman têkilî, danûstandin, heta hevaltiya me bi başûrê Kurdistanê re taybet bi KDP’ê re pirr xurt e, pirr baş e. Ev ziman, ev têkilî her kes bizanibe li dijî berjewendiyên gelê kurd ên giştî ye. Ne tenê ji bo hereketa me PKK yan jî Bakur. Naxwazin weke îradeyek demokratîk li ser navê kurd bê rêxistinkirin û kurd encamê bigirin. Eger dewleta Tirkiyê ji bo KDP’ê wisa diaxive mirov binê wê bikole, dê bibîne û bizanibe ku di vir de xeteriyek heye ji bo gelê kurd. Bi giştî ji bo Başûr jî. Bi vê wesîleyê mirov dikare vê jî bêje eger îro dewleta Tirkiyê, AKP te dît dubare dubare ji bo KDP û li ser Başûr dibêje têkiliyên me baş in û nizanim bi kê re çi ye. Eger têkoşîn û şoreşa me li Bakur nebe, birastî dewleta Tirkiyê tu girîngî û wate nade KDP yan jî başûrê Kurdistanê. Çima ku têkoşîn û şoreşa Bakur heye xwe neçar dibîne bi KDP’ê re di nava tekiliyê de be. Hewl dide ku roleke xeter bide KDP’ê. KDP jî vê rolê dilîze. Di pêş de ew ê bê zanîn. Mirov vê bêje ew ê ne şaş be weke dubare car caran em tînin ziman. Hestiya pişta Kurdistanê, esas têkoşîn û şoreşa bakurê Kurdistanê ye. Eger di hestiyê piştê de xeteriyek hebe, beden ew ê nikaribe li ser xwe bisekine. Mayîndebûna serkeftinên Kurdistanê yên li parçeyên din dîsa bi hebûn, xurtbûn û bilindbûna têkoşîn û şoreşa Bakur ve girêdayî ye. Eger ev neyê zanîn ew ê xeterî hebe. Em weke PKK bi vê zanebûnê rola xwe bilîzin ku hemû pirsgirêkên navxweyî her kes di nava xwe de çareser bike. Tu kes û tu hêz nekevin bin bandora siyaseta dagirker, li dijî parçeyên Kurdistanê, li dijî rêxistinên Kurdistanê helwestên xeter û roleke xerab nelîzin. Eger li ser vî esasî her kes xwe berpirsyar bibîne û ruhekî neteweyî bê rêxistinkirin. Ez jî dibêjim ku di dîrokê de cara yekem gelê kurd encamên pirr dîrokî, esasî, bingehîn ew ê bigire û bi ser bikeve. Nebe jî ew ê bi ser bikeve, ez vê bêjim. Em xwedî îdia ne. Paradîgma Rêber Apo, PKK ew ê vê rolê bilîze. Lê bedelê wê ew giran be, êşa wê xeter be. Ji bo vê em weke hereket çawa xwe berpirsyar dibînin rola xwe bilîzin, hemû berjewendiyên gelê kurd û ruhekî neteweyî û her kes pêwîst e li ser vî esasî xwedî rol be.
Di van rojên dawîn herêma başûrê Kurdistanê zêde ket rojevê. Referandûma serxwebûnê û meseleya Kerkûkê tê nîqaşkirin. Her wiha bertekên desthilatdariya AKP’ê û serokomar Erdogan jî hene. Hûn van hemû mijaran çawa dinirxînin?
Di serî de weke helwesta AKP û Erdogan, te dît digot Barzanî birayê min e, em dost in. Ê ku me baş fêm dike û zû fêm dike, KDP û Barzanî ye. Yê li hemberî PKK’ê konsepta me qebûl dike KDP û Barzanî ye. Te dît wisa şîrîn diaxive û wateyek û girîngiyekê didê ye. Lê wexta li Kerkûkê hinek tiştên qewimîn, ne li gorî zihniyeta AKP û dewleta Tirkiyê bûn. Wexta KDP dîsa weke referandûma serxwebûnê xist rojevê dewleta Tirkiyê har bû û tehdît kir. Pêwîst e ew al daxin jêr. Lingê xwe deng bavêjin, têkiliyên me xerab bibin. Weke di jor de, dîrektîf û talîmat da Başur û taybet KDP’ê. Diyar e ku eger kurd bi serê xwe, bi îradeya xwe tiştekî bikin û gavekê bavêjin û ev gav xizmeta dewleta Tirkiyê neke yan jî li dijî wê bê, dewleta Tirkiyê har dibe û hemû helwesta xwe diyar dike û kir. Ev bê zanîn ku tu bingehê vê ji aliyê exlaqî, siyasî û neteweyî nîne ku bi dewletên dagirker re weke Tirkiyê re kûr, stratejîk û demdirêj taybet siyasî li hev bikin û bi hev re hereket bikin. Yanî bi vê wesîleyê em dibêjin têkiliyên xwe yên aborî cuda cuda dikarin bikin, lê ne li dijî îradeya gelê kurd û taybet parçeyekî li Kurdistanê, weke hereketa me. Ev xeter e. Bila kes pişta xwe nede siyaseta dagirker û bawer neke. Dîrok vê pirr caran îspat kiriye, pirr felekat di vê noqteyê de hatiye serê gelê kurd, kes deriyê felaketên wisa veneke û neke vê xizmeta siyaseta dagirker û hişyar be. Li şûna wê berjewendiyên gelê kurd ji xwe re esas bigire. Bi rêxistinên heyî re noqteyên hevbeş bidin pêş, hewl bidin ku hîn zêdetir ruhekî neteweyî pêş bixin, wê wextê li hemberî dîrokê, gelê kurd û mirovahiyê rolek ew ê bê lîstin. Min xwest destpêkê vê bêjim.
Mesela referandûmê, milet êdî bawer nake. Li gorî em dizanin KDP heta niha belkî deh caran referandûm aniye rojevê. Çawa ketiye rojevê û ji rojevê wisa derketiye jî. Weke siysaetek derdora xwe, li gorî xwe polîtîka û taktîkek tê dîtin. Kengî serê KDP’ê êşiya, nerehet bû yan jî asteng bû hema meseleya serxwebûnê dixe rojevê. Heta niha tu encam nehatiye girtin û tu gav jî nehatiye avêtin. Vê carî dîsa weke berê be, em nizanin. Lê heta niha ev gav û axaftinên li ser referandûma serxwebûnê tê kirin tu baweriyê nade kesî. Tabî ku mafê gelê kurd yan jî parçeyê Kurdistanê heye referandûm jî bike û weke îradeyek demokratîk weke pêşeroja xwe, qedera xwe careke din ber çavan re derbas bike. Aliyê siyasî, neteweyî, aborî, çandî, exlaqî li hemberî çar parçeyên Kurdistanê dîsa bi giştî çawa bike, statu û stratejiyek çawa ji bo wan baş be. Mafê wan heye van nîqaş bikin, li gorî vê biryar bidin, îradeyek xwe ya demokratîk derxin holê. Lê şertê vê demokratîk û krîterên neteweyî li hemberî çar parçeyên Kurdistanê bidin berçavan. Mesela eger gelê me li kîjan parçeyên Kurdistanê demokratîk hilbijartin çêbibe û demokratîk îradeya xwe derxe, em tenê rêz diyar bikin. Mirov nikare tiştekî bêje. Biryara wan her çi be. Niha tê nîqaşkirin, weke referandûma serxwebûnê. Ev mijarek berfireh e, dixwazim tenê çend tiştan bêjim. Mesele dewletek serbixwe taybet ji vê argumanê re KDP pêşengtiyê dike. Ez jî niha gelê kurd re dibêjim, bila herkes bifikire û mêze bike her roj tehdît û êrîşên KDP’ê li ser Şengal hebe. Her roj tehdît û êrîş li ser tevgera azadiyê PKK hem jî dewleta Tirkiyê dibêje em bi hev re konseptê pêş dixin. Yanî ew ê çi dewletek serbixwe be. Çi rolek wê ew ê hebe ji bo gelê kurd, ew ê çiqas serbixwe be. Ew zihniyeta li hemberî gelê kurd, Şengal, PKK’ê xwedî konsept hem jî bi dewleta Tirkiyê bi hev re. Dewleta Tirkiyê vê dibêje, em û KDP bi hev re hereket dikin. Em jî bi caran dubare dikin, KDP bila biaxive û bêje tu konsept û planên me bi dewleta Tirkiyê li ser PKK’ê tune. Heta niha tiştekî wisa nabêjin. Ev zihniyet dewlet be jî ew ê çi ji vir derkeve. Ew ê çi mafê gelê kurd têde hebe. Em vê zihniyetê rexne dikin. Lê gelê kurd biryara xwe bide û weke dewlet serxwebûnê bixwaze ew jî mafên wan e. Em nikarin bêjin çima îradeya we wisa derket. Eger îradeya wan wisa derketiye ev rastiyek e. Em vê jî bêjin serxwebûn ji aliyê felsefîk û siyasî wexta mirov binirxîne. Ne tenê weke dewlet ava kirine. Pirr caran hatiye ziman gelek dewlet hene. Tenê li Rojhilata Navîn 22 dewletên ereb hene. Heqeten weke netewe dewlet çiqas serbixwe ne, çiqas bi îradeya xwe dikarin biryar bidin ji bo gelê xwe û civakê xwe, demokratîk û weke exlaqê polîtîk. Dewlet in, lê bi her awayî û pirr kûr bi dewletên navneteweyî, modernîteya kapîtalîst bi şêwazekî girêdayî ne, heta mirov dikare bêje ku hevsarê wan piranî di destê siyaseta hegemonîk de ye. Niha ew dibêjin em dewlet in û serbixwe ne. Ne rast e. Serxwebûn ji ku dest pê dike. Kesayeta azad, îradeya azad dest pê dike, civaka demokratîk, civaka azad. Dibe ku dewlet hebe, navê wê serbixwe be ev nayê wê wateyê ku civak demokratîk e, civak serbixwe ye. Dewletek serbixwe nayê wê wateyê ku kesayet azad in, civakek demokratîk û jiyaneke azad heye. Em dibînin li derdora xwe dewleta Tirkiyê jî dewletek e. Dagirker e, dibêjin em serbixwe ne, lê tê zanîn têkiliyên wan ji dîrokê vir de bi siyaseta navneteweyî re hertim eyardayîn heye, hertim rênîşandanek heye, hem jî dewleta Tirkiyê ji çanda împaratoriya Osmanî tê. Netewe dewlet li Rojhilata Navîn û li cîhanê jî mînakên wisa hene. Navê wan dewletên serbixwe ne, lê heta qirika xwe bi her awayî bi têkel, dewlet û siyaseta hegemonîk ve girêdayî ne. Mirov xwe nexapîne. Ji bo vê paradîgmaya Rêber Apo pirr kûr e, weke seranser lê mêze bike fêmkirina wê zehmet e. Ew zihniyeta netewe dewlet pêşiya wê digire. Lê hinekî ser wê rake, lêkolînek hebe ji aliyê îdeolojîk, siyasî, perspektîfek dîrokî, civakî, polîtîk û exlaqî ew ê bê dîtin ku dewlet her tişt e. Serxwebûn jî ne tenê dewlet ava kirine. Esas kesayeta azad û civaka demokratîk rêxistin kirine. Li gorî me ya rast ev e. Lê em bêjin parçeyekî Kurdistanê gelê me bi îradeya xwe ya demokratîk biryarekê bide em ê jî rêzê diyar bikin, em ne li dijî wê ne.
Meseleya Kerkûk jî wisa ye. Kerkûk di rojevê de ye. Dewleta Iraq, Îran taybet ya Tirkiyê pirr zêde hêrs û bertek nîşan da li hemberî meseleya Kerkûkê. Mirov dikare çi bêje. Ev perspêktîfek me bi giştî ye. Civakek, komek mezin an jî biçûk dibe, heremî dibe bi giştî dibe, li gorî me îradeya civakê ya demokratîk esas e. Ev bajarekî Kurdistanê dibe çi li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilat. Her herêm û her bajar heta her gund îradeya xwe ya demokratîk çawa dixwaze bijî, çawa xwe bi rêve bibe, kî dixwaze ji wan xwedî îrade be. Ya rast ev e. Yanî ne weke têkoşînek li ser kevneperestî, hevdû bifetisinîn û tengav bike. Kerkûk mirov weke dewlemendiyekê jî dikare bigire dest. Civaka ereb, kurd, tirkmen û cuda cuda. Ya muhîm Kerkûka demokratîk, azad , dewlemendiya Kerkûkê ji bo hemû civakan, ji bo hemû mirovahiyê û başûr Kurdistanê, mirov wisa bigire dest. Lê îradeyek ji wê derê derket holê, wê demê mafê tu kesî tune ku reş bike, zext bike û biçe ser. Nêzîkbûna me wisa ye.
Pêşketinên li Sûriyê diqewimin jî di rojevê de ne. Cenevre 5 vala derket. Dewleta Tirkiye got Mertalê Firatê bi dawî kir, lê tehdîtên wan dewam in. Dîsa rizgarkirina Reqayê di rojevê de ye. Wateya van pêşketinên dawîn çi ne?
Têkoşînek li ser Sûriyê tê dayîn, 6 sal temam bûn. Rewşa îro em li encamê mêze dikin hîn tu meseleyên Sûriyê nehatine çareserkirin. Bi milyonan însan koçber bûn, bi sed hezaran însanan jiyana xwe winda kirin. Bi dehan dewletên derve mudaxele kirin, tiliya her kesî di pirsgirêkên Sûriyê de hene. Hinek kesan bi rêxistin dikin, çekdar dikin, bi hevdû didin şerkirin. Lê encam meseleyek hatiye çareserkirin tune. Tenê rojavayê Kurdistanê şoreş pêk hatiye. Lî gorî em dizanin, dişopînîn û dixwînin li bakurê Sûriyê federasyoneke demokratîk tê xwestin bê avakirin û rêxistinkirin. Ev projeyek e, muhîm e. Mirov bala xwe dideyê bi temamî li ser axa Sûriyê ya herî bi ewle û muhîmtir hemû civak bi awayekî demokratîk bi hev re dijîn dîsa bakurê Sûriyê ye. Li temamî Sûriyê mêze bikin bi giştî li Rojhilata Navîn mêze bikin bihostek erd tune ku li ser navê nasname, ol, netewe her kes nekeve qirika hevdû û hevdû tune neke. Li her derê şerekî wisa heye. Lê li bakurê Sûriyê rexmî provokasyon, tehdît, şer weke dewleta Tirkiyê, rejîm û dest guhertinên weke Nûsra, Qaîde, DAÎŞ û cuda cuda rêxistin bênavber berxwedan û têkoşînek hat dayîn. Rexmî van hemû zehmetiyan tenê li bakurê Sûriyê gelê ereb, kurd, asûrî, suryan, tirkmen, çerkez, çeçen hemû bi hev re birastî bê pirsgirêk dijîn. Ev noqteyek pirr muhîm e. Eger ev resim hîn jî bê mezinkirin bakurê Sûriyê weke giştî Sûriyê be, dêmek pirsgirêk çareser dibin. Wê wextê yên naxwazin pirsgirêk çareser bibin hene. Yên ku hîn jî dixwazin li bakurê Sûriyê alozî derkeve, şer û nakokî derkevin hene. Taybet dewleta Tirkiyê. Hemû derfet bi kar tînin çawa bikin ku statuya rojavayê Kurdistanê weke bakurê Sûriyê vala derxin û çawa bikin şerekî di nava gelê kurd, ereb û xiristiyanan de derxin. Hemû xewn û hewladanên wan ev e. Wexta wisa dibe pirsgirêkên Sûriyê giran dibe, çareser nabe. Baş e perspektîfên çareseriyê çi ne? Tune. Li ser alozî, hemû civak, ol û nasname bi hevdû re di nava şerekî de bin. Wisa çareserî nabe. Hêzên din ên eleqedar xwe li ser Sûriyê xwedî rol dibînin weke Amerîka, Rûsya û cuda cuda. Bêguman proje û perspektîfên wan ew ê hebin, hene. Ev bê stratejî şer nakin. Mesele ne tenê şerê DAÎŞ e. Muheqeq li ser Rojhilata Navîn û taybet li ser Sûriyê siyaset, stratejiya wan heye. Esas îro dixwazin vê pêk bînin. Lê ji bo Sûriyek nû û demokratîk hemû civak, ol û nasnameyên pê kêfxweş bin û bêjin Sûriya nû, Sûriya me ye û xwe têde bibînin. Tu kesî projeyek wisa eşkere û diyar nekiriye. Tenê bakurê Sûriyê weke Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê pêşxistiye. Li gorî em dizanin projeya Meclisa Sûriya Demokratîk, QSD di beşê eskerî de hêzek sereke ye, dîsa federasyon. Ev proje pirr dîrokî ne, gav tên avêtin û encam jî tên girtin. Piştî Tebqa û Reqa û Mûsil ku di heman demê pêk tên DAÎŞ ew ê careke din îradeya wan bê şikandin. Dibe ku DAÎŞ di asteke cuda û hertim hebe û bikaribe rolekê bilîzin, roleke xeter. Lê ew ê ne hêzek esasî be. Ji vir û şûnde meseleyên siyasî, muzakere pêş bikeve li ser Sûriya nû. Lê di vir de jî meqes tam kêm nebûne. Mesela Îdlîb heye, tê gotin şer li wir dijwar dibe, li derdora Şamê şer heye. Di van şeran de dewleta Tirkiyê tahrîk dike, rêxitin dike. Yên li derdora Şamê jî û meselaa Îdlîbê jî. Jixwe Cerablûs, Ezaz heta Babê hatiye. Dewleta Tirkiyê dixwaze van deran xwe bi cih bike, hêzên bi xwe girêdayî bi cih bike. Rejîm heye, Rûs heye, Amerîka heye. Diyar e ku hîn pirsgirêkên Sûriyê ew ê dewam bikin. Wisa tê dîtin. Lê şer jî heta dawiyê ew ê nebe. Çareseriyek jî pêwîst e. Weke şoreşa Rojava û bakurê Sûriyê modelek maqûl tê dîtin. Heta niha Cenevre 1,2,3,4,5 û Astana 1,2,3. Ev hemû civîn weke hevdîtinek û nebz girtinek bû. Mijarên esasî di van civînan de nehat nîqaşkirin. Mijarên agirbest, alîkariya mirovîn çawa bigihêjin cihê xwe. Di van noqteyan de jî encam negirtin. Ji bo vê tu wateya van civînan zêde tune. Mesela mirov dikare rexne bike, têkoşînek dîplomasî û siyasî bide. Lê ne mimkûn e bi vî formatî û bi vê pêkhateyê ev civîn encam bigire. Heta îradeya bakurê Sûriyê têde nebe û erê neke.
Ji bo referandûma li Tirkiyê re 10 roj man. Encamên vê referandûmê Erê yan jî Na ew ê bandoreke çawa li ser siyaseta Tirkiyê ya hundir û derve bike?
Dewleta Tirkiyê taybet weke AKP û Erdogan di rojeva her kesî de ne. Di rojeva Ewropa, Amerîka û her kesî de ye. Çima ku ji bo her kesî rolek bêxer û xeter dilîze Erdogan. Tenê dîktatoriya xwe û destihlatdariya xwe esas digire. Esas hemû dîktator wisa ne. Dibêjin qey dinya li derdora wan dizivire. Kompleksek wan a wisa heye. Weke kompleksa împaratoriya Osmanî ji vir tê. Xwe weke xelîfe dibînin. Hişk hişk diaxivin, ev zihniyet tabî li dîwarê xelkê dikeve. Li Ewropa rezîl û ruswa bûne. Îmaja wan ketiye ber lingan, tu îtibar û îmaja wan tune. Xeter e. Çima ku rexmî hemû pîvanên demokratîk û mirovahiyê li ber çavên her kesî dîktatoriyekê pêş dixe, zextan pêş dike. Dixwaze di ser de jî milet jê re li çepikan bixe. Lê kes jê re li çepikan naxe. Tiştên xeter û derveyî mirovahiyê dike. Rexne dikin û ew jî har dibe. Kes jê ne razî ye. Rojhilata Navîn mirov mêze dike, em di wê qenaetê de ne eger Tirkiyê ew rola dagirker li ser Sûriyê û taybet li ser şoreşa bakurê Sûriyê nelîstiya, pirsgirêkên Sûriyê ew ê îro hîn siviktir bûna yan jî ber bi çareseriyê ve biçûna. Rola AKP û Erdogan tenê ev pirsgirêkên heyî çawa hîn zêde giran bibe û çawa çereserî nebe. Rol ev e. Sedema xwîna tê rijandin û pêvajoya berdewam dike rola AKP û Erdogan têde zêde ye. Ev siyaset êş û xwîn û ked dide windakirin. Rojhilata Navîn jî ji desthilatadariya Erdogan û AKP’ê ne razî ye. Em li Rojhilata Navîn mêze bikin belkî Siûdî yan jî Qeter çiqas hebe. Ew jî jê ne razî ne. Ew dizanin ku Erdogan weke dema împaratoriya Osmanî her welatekî ereb weke eyaletek xwe bibîne. Xwe di jor de dibîne û wisa mêze dike. Jê ne razî ne. Îran jê ne razî ye. Rewşeke wisa ye. Di hundir de mirov mêze dike gelê kurd, civaka Tirkiyê ji desthilatdariya AKP’ê û dîktatoriya Erdogan ne razî ye. Dîktatoriya Kenan Evren jî li cem ya Erdogan paşve dimîne, sifir dimîne. Hem jî weke bi aqil, rûmet û îradeya kurdan dilîze. Erdogan li Amedê axivî got ez aşiqê we me. Yanî kurd lazim e vê bizanibe. Erdogan biçûk dibîne, bi heysiyet û rûmeta wan dilîze. Ez aşiqê we me. Pekî ew bêhna cesedên jin û zarok li Sûrê bi komkujî hatine qetilkirin bi tang û topan. Ev çi aşiqî ye. Ma gelê kurd ew ê nebîne û nizanibe. Li Cizîrê, Nisêbîn, Silopiya û li temamî Kurdistanê. Li dinyê mêze bikin bi sedan rojnamevan li tu derê ne girtîne, ne di zindanê de ne. Dewleta herî paşvemayî, dîktator mêze bikin jî di vê noqteyê de ya herî pêş dewleta Tirkiyê ye. Li ser kedkaran, jin bi giştî li ser civakê wisa. Taybet li ser gelê kurd. Gelê kurd vê bizanibe AKP weke ku sond xwaribe, zihniyeta wan wisa her çi be li dijî gelê kurd in. Vê jî weke pê dilîze. Dibêje herhalde dikarim wan bixapînim. Ji bo vê ev referandûm muhîm e. Eger referandûm AKP encam negire, NA bi ser bikeve û encam bigire tabî ku îradeya AKP û Erdogan de ew ê şikandinek çêbibe. Ew mecbûr in komê xwe daynin ber xwe û li rastiya xwe mêze bikin. Weke berê şûrê xwe li ser her kesî nikarin bihejînin. Rojhilata Navîn heqeten ew ê hinekî nefes bigire li hemberî stemkariya AKP’ê û dewleta Tirkiyê. Civaka Tirkiyê jî wisa, çar kes nikare bên cem hev û biaxivin. Ji her kesî re dibêje tu PKK, Fethullah, DHKP ye. Lê tê gotin ew qas însan li ser navê Fethullah Gulen hatin girtin, 120 wekîlên AKP’ê ew telefon ên Fethullah Gulen bi kar anîne. Mesele vê eşkera nake. Nikare dest bavêje vê meseleyê. Jixwe hûn bi hev re bûn. Sedem cuda cuda dîktatoriya xwe her roj zêdetir xurt dike. Ev referandûm ya ew ê dîktatoriya Erdogan û AKP bêdezgin û asteng weke hîn zêdetir ew ê dijwar xwe bi rêxisbtin bike, yan jî di zihniyet û îradeya wan de şikandinek bide jiyandin. Heqeten nefesek bê girtin, deriyê siyasetê bê vekirin. Civak hinekî nîqaş bike, têkoşînek riya siyaseta demokratîk bê vekirin. Tiştekî nû be. Ji bo vê pirr girîng e. Li gorî mirov mêze dike, eger derfetên dewletên nebe, zext nebin, lîstok nebin, di vir de xwedî tecrûbê ne û exlaqê wan rê didin ku her tiştî bikin. AKP û Erdogan ew ê winda bikin. Wisa tê dîtin. Lê her kes di vê zanebûnê de be. Birastî ne tenê weke kesekî welatparêz yan jî ji hereketa me re dilxwaz, dost ew jî ne pêwîst e. Tenê nasnameya mirovîn, tenê kurdbûn eger hîn jî ruh heye li ser kurdîtiyê di vê noqteyê de jî dikarin helwesta xwe bê tirs û ji xwe bawer li hemberî AKP’ê di vê referandûmê de diyar bikin.
Li Wan û Amedê eleqeyek zêde ji bo civînên AKP’ê û Erdogan tune bûn. Tê gotin ku di nava kurdan de kesên ku piştgiriya AKP’ê dikirin piştgiriya xwe kişandin. Ev tê çi wateyê?
Esas li Amedê Erdogan hinek rezîl bû tabî. Gelê me yê Amedê em pîroz dikin. Ew kes jî neçûna. Çawa Suleyman Soylu çû Hezexê du kes li hemberî xwe nedît, mecbûr ma boçika xwe xist nav lingê xwe zivirî û çû, Erdogan jî wisa bibûya. Lê em bawer dikin ew jî piranî memûrên dewletê bûn. Hinek bi zorê ji derdorê Amedê anîn. 2-3 hezar derbas nedikirin. Gelê kurd divê bibîne, ne pêwîst e ku bi tevgera azadiyê re, PKK’ê re, HDP’ê re, partiyek din re dost bin yan jî hevkar û endamên wan be. Tenê kurdbûn jî sedema ev zihniyeta dagirker a Erdogna û AKP’ê mirov xwedî helwest be. AKP jî di vê zanebûnê de ye. Ew jî dibêjin ku referandûm weke di navbera PKK û AKP’ê de dibe. Rastiyek wisa heye, lê ne tenê PKK ye. hemû mirovahî, kesên demokrat û azadîxwaz di navbera wan û AKP’ê de têkoşînek heye. Ew bi zanebûn çemberê teng dikin. Bêjin PKK û em. Ev ne rast e. Ligel PKK’ê gelek hêzên din jî yên li dijî dîktatoriyê her kes dixwaze çember teng bike û bizanibe her kes li dijî dîktatoriyê xwedî helwest e. Gelê kurd hîn zêdetir. Zilma wan me dît li Sûrê, Cizîrê, Silopiya, Nisêbînê. Zarokê sê rojî, yên di dergûşê de, jin, pîr, pîremer şewitandin. Cesedên wan hîn jî nayê zanîn. Hîn jî di ser de ew çi kesayet e ku tê Amedê dibêje ez aşiqê we me. Ev heqaretek pirr mezin e. Ev neheqiyek zilm û zordariyek pirr mezin e. Gelê kurd êdî bêje bes e. Yanî ew ê ku berê dengê xwe didan AKP’ê ez bawer im vê rastiyê dibînin, ez wan jî pîroz dikim. Dereng jî man. Cerdevan dibin, eşîr dibin, di lîteratura siyasî de dibêjin muhafezekar dibin her kî bin, êdî lazim e AKP nebe. Rengekî pirr zelal û vekiriye, li dijî gelê kurd e. Kurd red dike û dixwazin ji pêxîra xwe bavêjin. Ez di wê baweriyê de me wisa pêş dikeve. Pêwîst e wisa be jî. Tercîhên wan ji berê vir de çi bû, AKP û MHP bi hev re bûn. MHP belkî muxalefet bû, lê mijarên li ser komkujiya Kurdistanê hertim bi hev re desthilatdar bûn û bi hev re bûn. Îro tam bi hev re ne. Gelê kurd dibe ku ji Devlet Bahçelî û neteweperestiya MHP’ê tiştekî bawer bike, ma ev mimkûn e. Ne exlaqî ye, ne siyasî ye, ne neteweyî ye. Gelê kurd bizanibe ku AKP û MHP eynî madde û zihniyet e. Li hemberî wan tu hêvî nabe. Yên berê piştgiriya AKP’ê dikirin bila bizanibin dêmek MHP ye. Ma mimkûn e bidin MHP’ê. Ji bo vê AKP tabî ku li Kurdistanê winda dike.
Li 6 girtîgehên li Tirkiyê 76 girtî di rojiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Girîngiya vê berxedanê û ji bo xwedîderketina li girtiyan banga we ji bo gelê kurd û hêzên demokratîk û azadîxwaz çi ye?
Di serî de rêhevalên ku di rojiya birçîbûnê de silav dikim, ez bawer im gihîştiye 51 rojan. Li hemberî berxwedana wan rêz diyar dikim. Helwestek e pîroz û bi rûmet e. Di zindanê de eger mirov neçar nemîne ruh û bedena xwe danîne holê û nakeve nava çalakî weke rojiya birçîbûnê û mirinê. Dêmek exlaqê civakî polîtîk, kesayetî û berpirsyariya şoreşgerî û welatparêzî wisa pêwîst dibîne ku ev çalakî bi pêş bikeve. Çima? Li ser hevalan zextek heye, ev dîktatoriya ku derve li ber çavên dinyayê ewqas zext li ser civakê û gelê kurd dike li cihekî veşartî di zindanê de çi zextên derveyî exlaq û mirovahiyê hîn jî pirrtir bikin. Pêwîst e bê texmînkirin. Li hemberî vê ev hevalina di nava berxwedanek pirr rûmet de ne. Li hemberî rewşa Rêber Apo di nava berxwedanê de ne. Du sal in zêdetir Rêber Apo di nava îzolasyon û tecrîdê de ye, kes agahî jê nagire ku rewş çi ye. Eynî mekan û zemînê dijîn. Ji bo vê jî xwedî helwest in û di nava çalakiyê de ne. Berxwedana zindana esas berxwedana hemû gelên me yên li dijî dîktatoriya ye û îradeya wan hinekî temsîl dikin. Bedena xwe danîne holê, pêwîst e hemû gelê me hemû civaka Tirkiyê rewşenbîr, kesên azadîxwaz û xwedî têkoşîn ew dengê berxwedana li zindanan bilind dibe, dengê pîroz, rûmet û dengê ku wan jî temsîl dikin bibînin, rêz diyar bikin, lê xwedî derkevin. Siyasî, dîplomatîk civakî bi her awayî bersiv bidinê. Em hîç naxwazin bêjin û şehadet çêbibin, em berpirsyar in ku êşa wan bijîn. Li hemberî şehadetê em ê berpirsiyar in. Ew zexta dibe sedema şehadet û van êşan ya siyaseta AKP’ê û Erdogan jî bi her awayî bê şermezarkirin, teşhîrkirin. Li hemberî wê têkoşîn dayîn jî erk û mafekî mirovahiyê ye.