OHD’ê ya Şaxa Rihayê ji bo hevdîtina Îmraliyê serî li Baroya Rihayê da

Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Şaxa Rihayê, li dijî astengkirina hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi parêzer û malbata wî re, serî li Baroya Rihayê da.

Şaxa OHD'ê ya Rihayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ku nêzî 2 sal in agahî jê nayên girtin, serî li Baroya Rihayê da.

39 parêzeran piştî serlêdanê daxuyanî dan çapemeniyê.

Di civîna ku li Baroyê hate lidarxistin de endamê Şaxa Rihayê ya OHD’ê Parêzer Serdar Tûm axivî û bi bîr xist ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan û girtiyên din re hatiye astengkirin û destnîşan kir ku ev astengî ne li gorî qanûnên neteweyî ne.

Parêzer Serdar Tûm got, “Eşkere ye ku di pergala hiqûqî ya heyî de Îmraliyê weke xalek reş ê bêbinî tê bikaranîn. Ji ber ku em dizanin ku tecrîda derqanûnî ya li Îmraliyê tê wateya xitimandina pirsgirêka Kurd ku di heman demê de pirsgirêka herî binesaziya Tirkiyeyê ye. Em parêzerên OHD'ê, ji bo ev bêhiqûqî bêhtir mezin nebe û nava civakê belav nebe, me heta niha însiyatîfên cuda girtine ser xwe."

Tûm wiha dewam kir: “Birêz Abdullah Ocalan, birêz Hamîlî Yildirim, birêz Veysî Aktaş û birêz Omer Hayrî Konar ev demekî dirêj e di girtîgehê de ne û destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Parêzeran, ji bo hevdîtinên bi miwekîlên xwe re gelek hewldanên hiqûqî kirin lê belê hemû jî bêencam man. Her wiha ji hewldanên saziyên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî, ji rêxistinên hiqûqî û saziyên civaka sivîl ên navneteweyî encamek derneket. Di heman demê de 775 parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan lê bersiv nehat dayîn. Dema ev rewş tê nirxandin, tê dîtin ku peywira parêzertiyê îflas kiriye mafê darizandina adilane yê miwekîlan hatiye binpêkirin. Ji bo parastina van mafan jî em bang li Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê û hemû baroyan dikin ku peywira xwe bi cih bînin.”