ODTU got ‘Kurdistan ne bi tenê ye’
Xwendekarên ODTU bi pankarta, “Kurdistan ne bi tenê ye” hewl dan ber bi Qesrê bimeşin, rastî êrîşa polîsên Tirk hatin.
Xwendekarên ODTU bi pankarta, “Kurdistan ne bi tenê ye” hewl dan ber bi Qesrê bimeşin, rastî êrîşa polîsên Tirk hatin.
Danê sibehê xwendekarên li pêşiya Fakulteya Fîzîkê ya Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn hatin cem hev, ji bo protestokirina qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê hewl dan ber bi Qesrê bimeşin.
Xwendekaran pankarta, “Kurdistan ne bi tenê ye” vekirin, bi dirûşma “Şehîdên Kurdistan nemir in” ve ber bi deriyê A-1 ê ku derdikeve ser rêya Eskîşehîrê ve dest bi meşê kirin.
Polîsan li hember çalakiyan xwendekarên zanîngehê ava şid û bombeyên gazê bikar anîn.
Xwendekaran jî li ser vê bi şîşeyên soda û fîşekên hewayî ketin parastinê.
Xwendekar hê jî xwe diparêzin, pevçûn didomin.