Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ji ajansa nûçeyan ya dîcle DÎHA’yê re axivî û da diyarkirin ku, yekemîn care di lêgerînan de nehatin rencîdekirin. Ocalan anî ziman ku, birayê wî têkildarî pêvajoyê de nirxandinên berfireh nekir û wiha got: "Heke pêvajo wisa berdewam bike dê bûyerên weke bûyera Parîsê pêk bên. Ji bo sûîqestê jî 'Biryarekî siyasî ya li qada navnetewî hate girtin'e. Birayê min got, 'Guleyên li serê 3 jinan hatin dayîn li demokrasiya Ewropayê hate dayîn.'" Ocalan têkildarî hinek nûçeyên di çapemeniyê de derdikevin ên weke, "Name dan Mehmet Ocalan" ji wiha got: "Tu metnekî nivîskî neda min. Nûçe derewin."
Duh birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, Dayîka Bayram Kaymaz Medîne Kaymaz û Xwişka Cumalî Karsu Pervîn Oduncu bi Kêştiya Tuzla ya ku tê gotin ku 538 rojin xirabeye çûn Girava Îmraliyê. Ji ber hevdîtina demjimêrek berdewam dike daxistin 45 deqeyan Bayram Kaymaz hevdîtin red kir. Herî dawî Mehmet Ocalan di 17'ê mijdara 2012'an de ji bo çalakiyên gireva birçîbûnê bi dawî bike çûbû Girava Îmraliyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotibû, "Ev çalakî cihê xwe girt û gihişte armanca xwe. Bêyî dudiliyê divê demildest dawî li çalakiya gireva birçîbûnê bikin." Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtina duh de axivî. Mehmet Ocalan piştî ji Girava Îmraliyê vegeriya li ber Fermandariya Cendirmeyan ya Gemlîkê ji çapemeniyê re axivî û peyamên Ocalan ên têkildarî qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd ên li Fransayê ragihandin.
'EM YEKEMÎN CAR LI GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ NEHATIN RENCÎDEKIRIN'
Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtina duh de ji DÎHA'yê re axivî û diyar kir ku, li gorî hevdîtinên berê rêveberiya girtîgehê ji wan re baş tevgeriyan. Ocalan anî ziman ku, weke her caran dema diçûn giravê li 2 nokteyan dihatin lêgerînkirin û wiha got: "Lêgerîn weke berê gelek dijwar nekirin. Ji roja herî dawî em çûn hêj nerim û baş tevgeriyan. Di lêgerînan de yekemîn car lêgerînekî rencîde nekin pêk anîn. Em sedema vê yekê nizanin lê baş bûn."
Ocalan da zanîn ku, di hevdîtina duh ya vekirî de li odeyekî maseyek, 2 kursî û 2 qoltuxên wê heyî pêk anîn û wiha axivî: "Destpêkê ez ketim odeyê. Ez li ser kursiya li cem maseyê rûniştim. Li ser her du qoltuxan jî 2 rayedarên girtîgehê rûnşitin. Piştî 2-3 deqeyan birayê min ket odeyê. Destpêkê em dest da hev. Pişt re em rûniştin."
Ocalan da zanîn ku, tenduristiya birayê wî başbû û wiha pê de çû: "Rih xwe dirêj kirine lê gelek na. Di aliyê fizîkî de jî baş bû. Lê ji ber bûyera Fransayê xemgîn bû. Ji ber bûyera Fransayê hevdîtina me gelek xemgîn derbazbû. Di hevdîtinê de behsa rewşa xwe ya tendurîstiyê nekir. Lê ji ber çavên wî her tim şilbûn min jê pirsî û ji min re got, 'Erê ji çavên min rondik tên. Dibe ku genetîkbe. An jî dibe ku ji ber nivî û pirtûk xwendinê be. Dibe ku şertên girtîgehê jî bandorê bike.'"
'TELEVÎZYON BI ZORÊ DANÊ'
Ocalan bilêv kir ku, di odeya birayê wî de tu guherîn çênebûne û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Min nerihetiya wî ya li hemberî nûçeyên têkildarî televîzyona danîn odeya wî, dît. Wî bi baldar got, tu caran daxwaza wî ya televîzyonê nebûye. Midûrê girtîgehê bi israr xwest ku danîn odeyê. 13 salin di odeyekê de bi tena serê xwe dimîne û li gorî wê yekê xwe plansaz kiriye. Hewcehiya wî bi televîzyonê tuneye. Ji xwe her tim pirtûk û rojnameyan dixwîne û hewcehiya wî bi televîzyonê tuneye. Yek jî çapemeniyê televîzyona danîn odeyê weke lutuf nîşan dan. Lê televîzyon mafê wî ye lutuf nîne. Ji ber nûçeyên di çapemeniyê de hinek bi bertek bû. 13 salin çima televîzyon nedanê divê ev yek bê lêpirsînkirin."
OCALAN: BIRYARA SIYASÎ YA LI QADA NAVNETEWÎ HATE GIRTINE
Ocalan destnîşan kir ku, birayê wî têkildarî sûîqesta li dijî 3 siyasetmedarên Kurd ên jin ên li Parîsê jî got, "Biryara siyasî ya li qada navneteweyî hate girtine" û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ev mirov li navenda Ewropayê hatin qetilkirin. Birayê min got, 'Guleyên li 3 jinan hatin dayîn li demokrasiya Ewropayê hate dayîn.' Got, ev bûyer ji aliyê hêzên pêvajoyê neyî bi bandor bikin pêk anîn. Pêşiya pêvajoyê hêj nehatiye vekirin hêj li mifteyê digerin." Ocalan da zanîn ku, birayê wî bang li gelê Kurd jî kir û wiha got: "Got, pêvajo gelek hasase û divê hemû kes baldar be. Heke ev pêvajo bê blokekirin dê rojên zor bên jiyan kirin. Divê gele gelek baldar be û tedbîran bigirin. Heke pêvajo wisa biçe dibe ku bûyerên weke ya Parîsê bên jiyan kirin. Got, heke komkujî bê ronîkirin dê sûdê bide pêvajoyê. Di vê bûyerê de berpirsyariya herî mezin dikeve ser Fransa û hemû welatên Ewropayê."
‘MIN DÊ JI HINEK KESAN RE NAME ŞANDIBAN LÊ EW WAN NAMEYAN NIHA NAŞÎNIM’
Mehmet Ocalan herî dawî nûçeyên "Ocalan name da birayê xwe" nirxand û wiha got: "Name neda min. Vê îdayê ji ku derdixin. Dixwazin bi van nûçeyan serê gel tevlî hev bikin. Bi birayê xwe re min tenê hevdîtin pêk anî. Ji min re jî tu belgeyên nivîskî nedan. Têkildarî nameyan de ji min re got, 'Min dê ji hinek kesan re name şandiban lê bila niha bimînin.' Ji bilî wê yekê tu tiştên din negotin. Rojnamegerên van nûçeyan çêdikin divê ji xwe fedî bikin. Ev rojnamegeriyekî exleqî nîne. Divê di vê mijdarê de hemû kes bi baldar bin."
'DÊ BI HEYETA BDP Û KCD'Ê BI BERFIREH BIAXIVE'
Ocalan anî ziman ku, têkildarî bûyera Parîs û pêvajoya giştî gelek nirxandin nekir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Got heke rojên pêş de Hevserokên KCD û BDP'ê bên Îmraliyê dê têkildarî pêvajoyê nirxandinên berfireh bike. Ji bilî vê yekê têkildarî pêvajoyê de tu tişt negotin."