Ocalan: Ger pêngav neyê avêtin, dê pêvajo pêşde neçe

Ocalan: Ger pêngav neyê avêtin, dê pêvajo pêşde neçe

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi xal û xwişka xwe re hevdîtin pêk anî, hate hînbûn ku diyar kiriye ku heta yekê cotmehê ji bo di asta duyemîn a pêvajoyê de pêngav bê avêtin dem daye. Li gorî nûçeya di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê de hatiye weşandin de Ocalan di hevdîtinê de wiha gotiye: “Divê heta yekê cotmehê hikûmetê pêngavê bavêje. Ez nabêjim ji yekê cotmehê şûnde dê paşde bikişim, lê heta wê dîrokê ger pêngav neyê avêtin, xuyaye ku em nekarin pêvajoyê pêşve bibin.

Xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û xalê wî Suleyman Arslan û her wiha xizmên girtiyên din yên Îmraliyê çibûn Îmraliyê. Hevdîtin zelal dibin. Hate hînbûn ku Ocalan diyar kiriye ku divê hikûmet heta yekê cotmehê pêngavê bavêje.

Di hevdîtinê de wiha hatiye gotin: “Divê heta yekê cotmehê pêngav bê avêtin. Min pêngava yekemîn bi serkeftî temam kir. Ya duyemîn min da destpêkirin. Lê hikûmet jî divê pêngavan bavêje. Çi ji destê min hat min kir. Ez nabêjim ji yekê cotmehê şûnde dê vekişim, lê ger pêngav neyê avêtin, pêvajo pêşde naçe. Nehatine parêzeran pirsgirêkeke mezine.  Ger girtiyên nexweş neyên berdan ev pirsgirêkek girînge.”

Li aliyê din hate hînbûn ku girtiyên bi navê Bayram Kaymaz û Haspî Aydemîr ji bo qedexekirina hevdîtina parêzeran protesto bikin derneketine hevdîtinê û got heta qedexe ranebe dê dernekevin hevdîtinê.

Hate hînbûn ku Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan rojê saetekê bi 5 girtiyan sohbetê dike û di sohbetan de jî pêvajo tê nîqaşkirin. Her wiha hat hînbûn ku gelek nameyên girtiyan tên astengkirin.